Jinên Elewî bi mijara aştiyê civiyan

  • 16:36 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR – Meclisa Jinan a DAD’ê ya li Îzmîrê, hevdîtina bi sernava “Jinên Elewî aştiyê diaxivin” li dar xist. Di hevdîtinê de Kadriya Dogan got: “Belê dê jin sedsala 21’mîn ava bikin.” 
 
Meclisa Jinan a Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) a Îzmîrê, hevdîtina “Jinên Elewî aştiyê diaxivin” li dar xist. Hevdîtin li navçeya Çîglî li avahiya komeleyê li dar ket. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Hevsaroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan û gelek jinên dîtir beşdar bûn. Hevdîtinê de pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Hezar silav bo jinên bi awaza qulingan ve têdikoşin” hate vekirin. Piştî pêxistina çeraxê jinan, ji bo kesên di têkoşîna heq û heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. 
 
Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Îzmîrê Nebat Çelîk, diyar kir ku ji bo der barê aştiyê de biaxivin civiyane û dê perpirsiyariya Elewî û jinan a di çareseriya demokratîk de nîqaş bikin. 
 
Divê jin bibin kirde
 
Kadriye Dogan, diyar kir ku baweriya Elewî her tim hatiye înkarkirin û wiha axivî: “Bendewariya me hemûyan hevjiyaneke demokratîk û azadiya hemû baweriyan e. Divê jin, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bibin kirde. Kesên ku têkoşîna çekdarî rexne dikirin dipirsîn ‘hûn çima têkoşîna çekdarî dikin?’ niha jî dipirsin ‘we çima dev ji têkoşîna çekdarî berda?’. Lewre Kurd û Elewî êdî dibêjin em hene. Belê dê jin sedsala 21’mîn ava bikin. Herî zêde pêdiviya jin û Elewiyan bi aştiyê heye.”
 
Em dixwazin di meclisê de cih bigirin
 
Kadriye Doganê bertek nîşanê qetlîama Elewiyan a li Sûriyê da û diyar kir ku divê hemû gelên li Rojhilata Navîn bibin yek. Kadriye Doganê di berdewamiye axaftina xwe de ev tişt got: “Divê dewlet ji dêleva bişaftinê berê xwe bide têkoşîna aştiyê. Em wek Elewî dixwazin di hevpeymana civakî de bibin kirde. Divê em di Meclisê de cih bigrin. Sedsala pêşiya me de em naxwazin bên înkarkirin.”
 
Kadriye Doganê, destnîşan kir ku divê mafên destûra bingehîn ji bo Elewîyan bê dayîn û hemû saziyên ku ji bo bişaftina Elewiyan hatine vekirin bên girtin. 
 
‘Ev yek polîtîkaya înkarê ye’
 
Piştre Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û got: “Jinên Elewî qala pêwîstiya aştiyê dikin. Rewşeke metingerî heye li ser civak û baweriya Elewiyan û ev yek jî politikaya înkarê ye. Divê em li ser aştiyê û bingeha wê ya destûra bingehîn biaxivin. Em dixwazin maseyek ku temsîla her kesê lê hebe bê avabikin. Hem Îmraliyê û hem jî aliyê desthilatê daxwaza komisyona li Meclisê kir. Le heta neha nehatiye avakirin. Divê ev xebatên komisyonê aşkera bin û ji raya giştî re bên parvekirin.”
 
Hevdîtin piştî gotûbêjên jinan bi dawî bû.