'Dawî li îdaman û êrişan bînin'

  • 13:42 24 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îsraîlê Forûma Malbatên Dîlgirtiyan belavokek weşand ku dixwaze agirbesta bi Îranê re hatî kirin, Xezeyê jî bigire nav xwe. Lîderê muxalefetê Yair Lapid jî daxuyaniyek heman da.
 
Forûma Malbatên Dîlgirtiyan got, “Divê peymana agirbestê were berfirehkirin û Xezeyê jî bigire nava xwe. Em bang li hikûmetê dikin ku dest bi muzakereyên lezgîn bike ku hemû dîlgirtî vegerin û şer bi dawî bibe. Yê ku bi Îranê re agirbest pêk anî, dikare şerê li Xezeyê jî rawestîne.”
 
Sernavê belavokê wiha ye: “Di van rojan de ku gelê Îsraîlê ji ber Îranê 12 roj û 12 şev in narazê, êdî em ji ber dîlgirtiyan narazên.” Hate destnîşankirin ku hikûmeta Îsraîlê berpirsyar e ku vê derfetê heta dawiyê binirxîne.
 
Forûmê ev tişt jî got: “Tişta ku gelê Îsraîlê dixwaze, ev e.”
 
Lîderê muxalefetê Yair Lapid jî di heman alî de peyamek weşand: “Û niha Xeze. Dem hatiye ku li wir jî encamek were girtin. Anîna dîlgirtiyan û qedandina şer. Îsraîl divê dest bi jinûve avakirinê bike.”