Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye :Deng bidin aştiyê
- 19:09 24 Hezîran 2025
- Rojane
STENBOL- Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye, der barê şerê navbera Îran- Israîlê de daxuyaniyek da û got: “Em li Tirkiyeyê siyaseta aştiyê ava dikin û bi têkoşîneke yekbûyî ya jinên Sûriye, Rojava, Fîlîstîn, Îranê bawerin. Em bang li hemû jinan dikin ku deng bidin aştiyê.”
însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê heye, der barê şerê navbera Îran- Israîlê de bi dirûşmeya ‘Azadiya jinan wê ne ji destê emperyalîstan be. Em ligel jinên Îranê ne’ li ser çapemeniya civakî daxuyaniyek da.
‘Azadiya me ne destê we de ye’
Însiyatîfê da zanîn ku bi hedefgirtina Israîlê ya Îranê re şer mezin dibe û ev jî raste rast bandor li pêvajoya aştiyê ya tê de ne dike. însiyatîfê daxuyakirin ku Israîl dema êrîşê Îranê dike bi gotinên ‘em jinan azad dike’ şer rewa dike û daxuyakirin ku azadiya jinan ne di destê we de ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li her derê bi ser jinan de bombeyan direwşînin û li aliyê din jî nivîsa ‘jin jiyan azadî’ nivîsin û mizginiyê didin. Rojê mirina 100 Fîlîstînî rewa tê dîtin. Em wek însiyatîf ku dibêjin ‘hewcedariya me bi aştiyê heye’ ji rewşa heyî jî em qût nînin. Em li dijî şer in. Em li Tirkiyeyê siyaseta aştiyê ava dikin û bi têkoşîneke yekbûyî ya jinên Sûriye, Rojava, Fîlîstîn, Îranê baewrin. Em bang li hemû jinan dikin ku deng bidin aştiyê.”