Malbata Rojîn Kabaîş bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtin kir

  • 16:42 28 Hezîran 2025
  • Rojane
 
WAN - Malbata Rojîn Kabaiş ku piştî windabûnê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, bi dozgerê lêpirsînê re hevdîtinek 2 saetan kir.
 
Di ser mirina bigûman a Rojîn Kabaiş a 21 salî, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Yuzüncu Yıl a Wanê, 9 meh derbas bûn. Her çend di lêpirsînê de hîn jî gelek nezelalî hene jî fermana nepenîtiyê ya li ser dosyayê berdewam dike.
 
Bavê Rojîn Kabaiş, Nîzamettîn Kabaiş, xwişka wê Elîf Kabaiş, bi dozgerê dozê re hevdîtinek du saetan kirin. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, serokê berê yê Baroya Amedê Nahit Eren û parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê jî beşdarî civînê bûn.
 
Çi qewimî?
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaiş, piştî ku ji hevalên xwe re got ku ew diçe peravê golê, di êvara 27'ê Îlona 2024'an de ji Wargeha Keçan a Seyyid Fehim Arvasi ya lê dima derket û winda bû. Cenazeyê wê piştî 18 rojan li peravê Taxa Molla Kasim, 20 kîlometre dûrî cihê ku ew winda bûbû, hate dîtin.
 
Her çiqas rapora otopsiyê sedema mirinê wekî "xeniqîna di avê de" pêşniyar kiribe jî, bav Nizamettin Kabaiş diyar kir ku keça wî xwe nekuştiye. Rapora otopsiyê ya ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) di 14'ê Mijdarê de diyar kir ku sedema mirinê "xeniqîna di avê de" ye, ku tu delîlên êrîş an destdirêjiya zayendî tune ne û behsa dema mirina Rojin Kabaiş û dema mayîna wê di avê de nekiriye. Li ser daxwaza Baroya Wanê, Dozgeriya Komarê ya Wanê ji ATK'ê raporek otopsiyê ya din xwestiye derbarê dema mirina Rojin Kabaiş û dema mayîna wê di avê de.
 
Otopsi raporunda ölüm nedeni “suda boğulma” olarak öne sürülürken, baba Nizamettin Kabaiş, kızının intihar etmediğini belirtti. 14 Kasım’da İstanbul Adli Tıp Kurumu’ndan  (ATK) gelen otopsi raporunda, ölüm nedeninin “suda boğulma” olduğu, darp veya cinsel saldırıya ilişkin bir bulgu olmadığı yer alırken, Rojin Kabaiş’in ölüm zamanına ve suda kalma süresine değinilmedi. Wan Barosu’nun talebiyle Van Cumhuriyet Başsavcılığı, ATK’den Rojin Kabaiş’in ölüm zamanına ve suda kalma süresine dair ek otopsi raporu istedi.