Di meha borî de 10 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin

  • 14:54 7 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha borî de, li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatin qetilkirin û 9 jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di meha Hezîrana borî de, li Rojhilatê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Hêjayî gotinê ye sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatin qetilkirin û 16 hezar û 568 tundiyên dijî jinan jî hatibûn tomarkirin.