ÎSÎG: Di hezîranê de 164 karkerî jiyana xwe ji dest dan

  • 12:37 8 Tîrmeh 2025
  • Ked/Aborî
STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Hezîranê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclisa Ewlehiya Tenduristiyê û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya cînayetên kar ên meha Hezîranê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku di meha Hezîranê de 164 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat gotin ku herî zêde li Stenbolê karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin ku ji van karkeran 15 jê jin, 149 jê mêr, 4 jê penaber û 5 jî koçber in.