Li Rihayê banga tevlibûna Mîtînga 1'ê Îlonê

  • 16:21 25 Tebax 2025
  • Rojane
 
RIHA - Ji bo tevlibûna mitînga “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” ku dê bi boneya 1’ê Îlonê li Rihayê were lidarxistin, bang hate kirin. 
 
Di 31’ê Tebaxê de dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Rihayê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk mitîng were lidarxistin. Têkildarî mitîngê daxuyanî hate dayin. Komîteya Amadekar a Mitîngê li Balikligolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê, bijî 1’ê Îlonê” hate hilgirtin. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla endama komîteyê Ayşe Surucu ve hate xwendin û ya bi Tirkî jî Mahmût Bînîcî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku krîz, şer û polîtîkayên tundiyê yên li Rojhilata Navîn, gelên herêmê ber bi tarîtiyê ve dibin û wiha hate gotin: “Tevî hemû zehmetiyan jî em di wê baweriyê de ne ku aştî û avakirina civaka demokratîk pêkan e. Ya ku dê vê biafirîne jî, îrade û têkoşîna hevpar a gelan e. Bi pêşerojeke ronî, bi aştî û xurtkirina civaka demokratîk pêkan e. Bi vê baweriyê; di demeke em ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve diçin de ji bo dengê aştî û civaka demokratîk bilindtir bikin, ji bo israr û biryardariya xwe ya ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk li qadan nîşan bidin, em her kesî vedixwînin mitînga xwe ya ku dê di 31’ê Tebaxê roja yekşemê saet di 17.00’ê de bi dirûşma ‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê’ li rex Novada Parkê were lidarxistin, dikin. Werin em bi hev re aştî û pêşeroja azad biqîrin.” 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak û gelek kes dê tev li mitîngê bibin. Her wiha dê hunermend Xêro Abbas derkeve ser dikê.