
Fîlozofa Emerîkî Goldstein piştgirî da banga Abdullan Ocalan
- 11:31 25 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Fîlozofa Emerîkî Rebecca Goldstein piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir.
Rebecca Goldstein peyamek ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) re şand û anî ziman ku ew pêvajoya aştiyê bi kêfxweşî pêşwazî dike. Rebecca Goldstein got, "Ez gelekî kêfxweş bûm ku min bihîst, di navbera dewleta Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyeyê de pêvajoya aştiyê tê meşandin. Biryara fesixkirina PKK'ê gaveke îlham û wêrekiyê bû ku vê dibetiya dîrokî veguherîne rastiyê û bi cih bîne. Vê gavê nîşanî tevahiya cîhanê da ku rêyek rizgariyê ji tengaviya demdirêj dikare bê peydakirin. Em êdî mirovatiya hev baş fêhm bikin, nas bikin û ji bo jiyana mirovî di nava cihêrengiyeke bi heybet de pêk were em bi hev re bixebitin."
Emerîkî Goldstein kî ye ?
Fîlozof û nivîskara Emerîkî Rebecca Goldstein di 23'yê Sibata 1950'î de li New Yorkê ji dayik bû. Piştî ku li Zanîngeha Princetonê perwerdeya felsefeyê dît li Zanîngeha Harvardê doktoraya xwe kir. Goldstein ku bi karên xwe yên li ser zanistî, ol, exlaq û xwezaya mirovan tê naskirin, di heman demê de li qada wêjeyê jî berhemên girîng afirandiye.
Romana wê ya bi navê The Mind-Body Problem ku sala 1983'yan hate weşandin hem ji aliyê wêjeyî hem jî ji aliyê felsefî ve gelekî bal kişand. Goldstein di kariyera xwe de gelek xelat bi dest xist û weke ramangereke bi bandor tê qebûlkirin ku kûrahiya felsefî û wêje gihandiye hev.