Ji bo JINKART'ê 50 hezar û 519 jinan serlêdan kir

  • 12:32 25 Îlon 2025
  • Rojane
 
AMED - Ji bo projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya bi navê JINKART'ê ku destek dide jinan, 50 hezar û 519 jinan serlêdan kir.
 
Xebatên projeya JINKART'ê, ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên xwedî sîgortaya civakî nînin, hatibû destpêkirin, didomin. Di heyama duyemîn de ku di 8'ê Îlonê de dest pê kir û di 18'ê Îlonê de jî bi dawî bû, bi giştî 50 hezar û 519 jinan serlêdan kirin.
 
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, dê serlêdanan li gorî pîvanên diyarkirî yek bi yek lêkolîn bike. Li gorî vê, serlêdanên jinên ku sîgortaya wan a civakî tune, di navbera 18-64 salî de ne, xwedî milkên qeydkirî nînin, naxebitin, kartên bi erzanî an jî belaş bi kar naynin û dahata malbatê wan kêm e, dê bên nirxandin.
 
Piştî ku pêvajoya nirxandinê bi dawî bibe, dê encam bi raya giştî re bên parvekirin. Jinên ku serlêdanên wan hatine pejirandin, dê hem bi rêya SMS’ê û hem jî bi riya malpera fermî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (diyarbakir.bel.tr) bên agahdarkirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji welatiyan xwest ku heta encam bên eşkerekirin tenê daxuyaniyên fermî bişopînin.
 
Mehê 90 siwarbûn dê li JINKART'ê bên barkirin
 
Li JINKART'ê ku dê di otobusên Şaredariya Bajarê Mezin de yên li navend û navçeyan derbasdar be, dê mehê 90 siwarbûn bên barkirin.
 
JINKART, ku mafê veguhastina belaş û ji sedî 10 erzanî di sazî û tesîsên civakî de dide jinan, beşdarî dibe ku jin di qadên aborî, civakî û çandî de zêdetir xuya, xurt û serbixwe bibin.