Li Îranê ji jin û zarokên hatine binçavkirin agahî nayê girtin

  • 13:58 7 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera 18-21’ê Çileyê de hêzên ewlehiya Komara Îslama Îranê li bajarên Kirmanşan, Harsîn û Tahranê sê jin û zarokek 14 salî binçav kir.
 
Li gorî rapora mafê mirovan, Saba Khormayi, Someyeh Nazarî, Sarvnaz Amirî (30 salî û li Tahranê bijîşke) û zaroka bi navê Bahar Akbarî ya 14 salî di navbera 18-21’ê Çileyê de ji aliyê hêzên ewlehiya Komara Îslama Îranê ve hatine binçavkirin.
 
Li gorî raporê, Someyeh Nazarî û Bahar Akbarî ya 14 salî ji Kirmanşanê ne û piştî hatine binçavkirin sewqî navenda Terbiye û Îslahê kirine. Li gorî çavkaniyan Someyeh Nazarî bi sûcdariya ‘muharebe’ (gengeşe) re rû birûye. Ev rewş fikara îhtimala ku cezayê giran bigre zêde dike.
 
Saba Khormayî ku ji navçeya Harsîn a girêdayî eyaleta Kirmanşanê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate binçavkirin û birine navenda Terbiye û Îslahê ya Kirmanşanê. Li aliyê din bijîşk Sarvnaz Amirî ya 30 salî ku di 21’ê Çileyê de di serdegirtina malê wê de ji aliyê hêzên Komara Îslama Îranê ve hate binçavkirin.
 
Li gorî agahiyan, her çar welatî di navbera 18-21’ê Çileyê de hatine binçavkirin û heta niha têkildarî sedemê binçavkirinê û rewşa hiqûqî tu aghiyek din nehatiye bi destxistin.