15’ê Sibatê dê bi meşên girseyî bê protestokirin

  • 14:16 7 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi meşên girseyî bê şermezarkirin. 
 
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di di sala 27’an de li gelek bajaran bi meşan bê protestokirin. Meş, dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û li hemû bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi awayekî hemwext bên lidarxistin. Di meşan de dê ronahiyên telefonan û fener bên bikaranîn û bersiva tarîtiya komployê bê dayin. 
 
Di meşan de dê balê bikişîn ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî. Her wiha dê di meşan de êrişên ser Rojava ku weke “komploya duyemîn” tê binavkirin û parastina destkeftiyên Rojava jî bên vegotin. 
 
Meş dê li hemû bajar û navçeyan saet di 18.00’ê de bi awayekî hemwext dest pê bikin.