Li Edeneyê jin bi erbaneyan ve banga 8’ê Adarê kirin
- 15:51 27 Sibat 2026
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê jin, bi erbaneyan ve meşiyan û hemû jin vexwendin çalakiya 8’ê Adarê.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Edeneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi dirûşma “Em bi serhildanê têkoşînê, bi têkoşînê jiyana azad û wekhev dihonin” li taxa Ova ya navçeya Seyhan a Edeneyê kom bûn. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn û endama TJA’yê Şukran Efeturk di çalakiyê de axivî û ev tişt got: “Em ê bi dirûşma ‘Em bi sarhildanê têkoşînê, bi têkoşînê jiyana azad û wekhev dihonin di 8’ê Adarê de li qadan bin.”
Şukran Efeturk di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ji bo em demokrasiya xwecîhî, bajarên jinan û pergala hevserokatiyê pêk bînin. Ji bo şerê taybet bi dawî bibe û bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re aştiyekî birûmet pêk bînin em di 8’ê Adarê de saet 12.30’an de hemû jinan vedixwînin Pireya Kasim Gurlek.”
Piştî axaftinê jin bi erbaneyan û bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” ve li taxên Ova û Onurê meşiyan û li welatiyan belavokên 8’ê Adarê belav kirin.







