Li Stuttgartê daxwaza ji bo Rojava statu
- 22:08 27 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya ku li Stattgartê ji bo naskirina statuya Rojava û rakirina ambargoya li ser Kobanê bi hefteyan in dewam dike de,balkişandin ser desteserkirina mafê xweparastinê ya gelê Êzidî.
Li bajarê Stuttgart ê Almanyayê, çalakiya konvedanê ya ji bo naskirina statuya Rojavayê û rakirina ambargoya li ser Kobanê hatibû destpêkirin, îro jî dewam kir. Di daxuyanî û agahdarkirina çarçoveya çalakiyê de îşaret bi zextên li ser gelê Êzidî yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê bi taybet yên li herêmên Rojava û Şengalê dijîn, hat kirin. Hat diyarkirin ku Êzidî bi zanebûnî ji mafên xwe yên xweparastinê bêpar tên hiştin, ji cihê xwe tên kirin, gef li wan tê xwarin û bêyî parastin tên hiştin.
Çalakvanan bangên xwe yên ji bo bidawîlêanîna şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, naskirina statuya navneteweyî ya Rojava û rakirina tecrîda li ser Kobanê, dubare kirin. Di tevahiya çalakiyê de hate diyarkirin ku pêwîstiyên bingehîn bi piştevaniya gel hatiye pêşwazîkirin û hat ragihandin ku gelek kes piştgirî dane çalakiyê. Hate diyarkirin ku gel û nasnameyên cuda peyamên piştevaniyê didin gelê Kurd û li gel têkoşînê ne.







