Li Îzmîrê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin
- 16:30 3 Nîsan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
MEBYADER-EGE li Îzmîrê rojbûna serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku avakirina komara demokratîk dê bibe bersiva hemû pirsgirêkan.
Li Îzmirê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re ya Egeyê (MEBYADER-EGE) bi munasebeta 4ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek lidarxistin. Pîrozbahî li avahiya komeleyê pêk hat. Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), saziyên demokratîk û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
‘Modela komara demokratîk çareseriya pirsgirêkên me ye’
Hevseroka MEBYADER-EGEyê Bedîha Guzelyuz li ser wate û girîngiya rojê axftinek kir û beşdarên bernameyê silav kir. Piştre Hevserokê MEBYADER-EGEyê Mîkaîl Atan axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê krîzên civakî û siyasî kûr dibin, çareserî bi înkar û şer pêk nayê û got: “Ya rast rêya diyalogê û avakirina komara demokratîk e. Em wek MEBYADER bawer dikin ku modela komara demokratîk çareseriya pirsgirêkên me ye. Di vê çarçoveyê de divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin, rêya diyalogê bê vekirin û projeya Aştî û Civaka Demokratîk li hemû cîhanê belav bibe.”







