1'emîn hevdîtinên Peyasê li Gundê Fenûşê dewam kir

  • 11:53 22 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê di çarçoveya “1’emîn Hevdîtinên Peyasê” de çalakiya xwe ya 10’emîn li gundê Fenûşê li dar xist. Çalakî bi beşdariya welatiyan û di nava coşeke mezin de heta derengiya şevê berdewam kir.
 
Şahiyên ku di destpêka havînê de ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatine destpêkirin, bê navber berdewam dikin. Bernameya 10’emîn a van rêzeçalakiyan bi hevkariyeke berfireh di navbera Gerînendetiya Çand û Karên Civakî, Gerînendetiya Ciwan û Xizmetên Sporê, Gerînendetiya Xizmetên Astengdar û Pîran, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan û Gerînendetiya Xizmetên Tenduristiyê yên Şaredariyê de hat organîzekirin.
Di çarçoveya bernameya li gundê Fenûşê de çalakiyên cihêreng hatin pêşkêşkirin. Ji bo zarokan bi lîstik û bernameyên cuda û kêliyên neyê jibîrkirin û bi coş hate lidarxistin, ji bo Jinan kargehên taybet hatin vekirin û derfet hat afirandin ku jin di mijarên cihêreng de li hev bicivin, û ji bo Astengdar, Kal û Pîran jî Tîmên tenduristiyê kontrola giştî ya tenduristiyê û xizmetên lênihêrîna kesane pêşkêş kirin.
 
“Piştgiriya Me ya ji bo Jinan Dê Berdewam Bibe”
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar jî beşdarî şahiya li gundê Fenûşê bû. Sîncar yek bi yek bi jinên gund re hat gel hev, guh da daxwaz, pêşniyar û nêrînên wan. Hevşaredar Sîncar di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan a di civakê de û destnîşan kir ku projeyên şaredariyê yên ji bo piştgirîkirin û bihêzkirina jinan dê bê navber berdewam bikin.
 
Şaredariya Peyasê da zanîn ku ew ê di tevahiya demsala havînê de van hevdîtin û çalakiyan li hemû tax û gundên navçeyê bidomînin da ku xizmetê bînin her deverê navçeyê.