'Em ê pênûs û kameraya Gulistan û Hêro li erdê nehêlin'
- 09:43 22 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) di salvegera qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn de, ragihand ku êrişên li ser çapemeniya azad sîstematîk in û da xuyakirin ku ew ê têkoşîna wan a ji bo gihandina rastiyê bidomînin.
Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi boneya salvegera nemirbûna rojnamevanên azad Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna ragihandina azad dê tu carî bêdeng nemîne û bîranîna nemiran dê di xebatên wan de zindî bimîne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku “Gulistan Tara û Hêro Bahaddîn di 23’yê Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê, di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de bûn hedef û şehîd bûn.” YRJ'yê destnîşan kir ku her du rojnamevanan bi baweriyeke mezin pîşeya xwe kirine û wiha domand: “Ew bûne dengê jinên ku dihatin bêdengkirin. Doza jinê ji bo Gulan û Hêro ne tenê mijareke nûçeyê, her wekî armanceke veguherîna civakî û siyasî dihat dîtin.”
YRJ’ê tekez kir ku hedefgirtina tîma JIN TV’yê û rojnamevanan ne tesaduf e, berovajî vê yekê êrîşeke sîstematîk a li dijî azadiya ramanê ye. Di berdewama daxuyaniyê de, hat ragihandin ku di kesayeta rojnamevan Nejmedîn Sînan ê ku di 23'yê Tebaxa 2023'yan de nemir bûbû û Delîla Egîd a ku birîndar bûbû de, hemû şehîdên çapemeniya azad hatine bibîranîn.
YRJ'yê di dawiya daxuyaniya xwe de soza parastina mîrasa ragihandina azad da. YRJ’ê diyar kir ku ew ê bi rihê berpirsyariyê mezintir, pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin û têkoşîna wan a ji bo azadiyê mezin bikin.







