Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:49 4 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 188’am a Kovara Jinê bi berga “Ji Gurbetelî heta Nagîhanê: Lêgerîna Heqîqetê” derkev.
Kovara Jin ku hefteyê carek bi gotar û sernavên dewlemend derdikeve pêşberî xwînerên xwe, bi hejmara 188’an derket. Kovar bi sernavê ‘Ji Gurbetellî heta Nagîhanê: Lêgerîna Heqîqetê’ derket.
Hejmara 188’an a Kovara Jin a heftane, li ser têkoşîna ji bo rastî û azadiyê ya ku jinan bi rêya rojnamegeriyê, zanîn û bîranînê didin meşandin, radiweste. Jiyan û mîrateyên Gurbetellî Ersoz û Nagîhan Akarsel tên lêkolînkirin, dengê jinan û zimanê medyaya bi feraseta mêr tê ronîkirin.
Hemû gotarên di hejmara nû de wiha ne:
“* Nagîhan Akarsel a ku asîman li ser baskên xwe hilgirt / Ayşe Newroz Oyman
* Şahidiya serdemek / Mujgan Halîs
* Rojnamevanên jin desthilata di zimanê medyayê de dan xuyakirin / Dîren Yurtsever
* Vartinîs: Agirê ku di demê de hilnayê / Sumeyye Boz
* Dayîk mirov in; em mirovahî: Neşet Ertaş / Burçak Sel”







