DFG'ê Nagihan Akarsel bi bîr anî
- 12:20 4 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - DFG'ê rojnamevan Nagihan Akarsel bi bîr anî ku beriya çar salan li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin. Her wiha DFGê bang kir ku faîl werin aşkerakirin û darizandin.
Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi munasebeta salvegera qetilkirina endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bertek nîşanî aşkeranekirina faîlan hat dayîn û wiha hat gotin: “Îsal jî weke hempîşe û şopdarên wê, em careke din bang dikin ku kujer bêne diyarkirin û darizandin.”
DFG'ê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Di 4emîn salvegera mirina wê de em yek ji pêşengên Çapemeniya Azad Nagihan Akarsel bi rêz, hezkirin û hesrateke kûr bi bîr tînin. Têkoşîna azadiyê ku Nagihan Akarsel a ku digot ‘Ez serhatîperest im, cih nagirim’ di xwe de dest pê kiribû, îro ji bo bi milyonan jinan dibe rê. Jin, rojnamevanên ku şopdarên wê ne û xwendekarên ku jê ders wergirtine, xeyalên Nagihan Akarsel di têkoşîna azadiya jinê de zindî dihêlin. Pênûsa Nagihan Akarselê di hemû astên çapemeniya azad de nivîsandina xwe berdewam dike. Em careke din soza xwe nû dikin ku mîras û xeyalên ku Nagihan Akarsel ji me re hiştine zindî bihêlin.”







