Berna Laçîn hat binçavkirin

  • 21:57 7 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYA - Lîstikvan Berna Laçin ku piştî şaredarê bajarê mezin yê Îzmîrê Cemîl Tugay derbasî AKP’ê bû şûnde ji ber parvekirina li ser çapemeniya dîjîtal der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, hat binçavkirin.
 
 Şaredarê Bajarê mezin yê Îzmîrê Cemîl Tugay îro derbasî AKP’ê bû. Lîstikvan Berna Laçin ku piştî bûyerê li ser çapemeniya civakî parvekirin kir der barê wê de lêpirsî hat destpêkirin.
 
Berna Laçîn  li çapemeniya civakî daxuyakirin ku piştî lêpirsînê di saetên êvarê de hatiye binçavkirin.
 
Berna Laçîn îfadeyên wekê ‘Ji bo binçavkirinê tên, li mala min lêgerînê dikin, min fêm nekir çi dibe’ bikar anî.