Komploya 9'ê Cotmehê li Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin
- 14:22 8 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya 9'ê Cotmehê di salvegera 28'emîn de li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi xwepêşandanan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêber Apo hate kirin.
Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.
Qamişlo
Li bajarê Qamişloyê gel xwepêşandan bi dirûşma “Bi însiyatîfa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Komploya Navneteweyî û sîstema Îmraliyê hildiweşe” xwepêşandan organîze kir.
Xwepêşandanê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heyanî Çerxerêya Şehîdan berdewam kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Azadî ji bo Rêber Ocalan” hatin berzkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Însiyatîfa Gel Şêrîn Dawûd axivî û got, Komploya 9`ê Cotmehê ne tenê li dijî Rêber Apo bû, tevahiya gelê Kurd bû hedef û wiha lê zêde kir: “Azadiya Rêbertî azadiya tevahî gelê Kurd e. Pêvajo hesase û ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve divê em baş bixebitin û entegrasyona demokratîk fêm bikin. Entegrasyona demokratîk nayê wateya ku gelê Kurd bihelê, divê em ziman, çand û nasnameya xwe tu carî jibîr nekin, ev pêvajo bi dîrok û siberoja me ve girêdayî ye.”
Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.
Tirbespiyê
Li bajarê Tirbespiyê jî gel ji avahiya meclisa bajêr heyanî dawiya bazara navendî meşiya. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û sembolên kurdî hatin rakirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel Munteha Mehmûd axivî û got: “Sîstem her tim nasname û çanda gelan înkar dike, gelê Kurd daxwaza mafê xwe yê rewa dike. Her wiha em daxwaz dikin ku Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”
Amûdê
Her wiha gelê Amûdê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9`ê Cotmehê meş li dar xist. Meşê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” ji Çerxerêya Jinê dest pê kir û heyanî Qada Şehîd Cîhan dewam kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtine rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nîroz Elî axivî û got ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe dewam bikin.
Her wiha mamoste Arşek Baravî axivî û bal kişand ser rolê civakê di parastina ziman û mafên çandî de, girîngiya zimanê dayikê anî ziman û destnîşan kir ku divê parastina mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî bikin.







