Nifûsa Kurdan a li Elmanyayê û cihêkarî
- 10:40 29 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Du karên zanistî yên cuda ku li Elmanyayê hatin weşandin, mezinahiya nifûsa Kurdan, polîtîkayên penaberiyê û nijadperestiya li dijî Kurdan nirxand. Ji sedî 86,7 ê beşdarên li Munchenê ragihandin ku di nava 12 mehên dawî de li cihêkariyê rast hatin.
Tê texmînkirin ku nifûsa Kurdên li Elmanyayê nêzî 1,5 milyon mirov e. Rapora pisporiyê ya bi navê "Kurdên li Elmanyayê: Di navbera Penaberî, Tevlîbûna Civakî û Nijadperestiya Antî Kurd de" ku ji aliyê Mediendienst Integration ve 15'ê Cotmeha 2026'an hate weşandin, rewşa demografîk a Kurdan li welêt, pêvajoyên penaberiyê, tevlîbûna civakî û tecrûbeyên cihêkariyê dinirxîne.
Karê pisporiyê yê raporê ji aliyê Prof. Dr. Çinur Ghaderi ku ji Dibistana Bİlind a Protestan a Bochumê (EvH Bochum) e, hate amadekirin. Robert Bosch Stiftungê jî piştgirî da vî karî.
Di beşa Munchenê ya lêkolînê de mercên jiyanê yên Kurdan û tecrûbeyên nijadperestiya lê rast hatin bi berfirehî hate lêkolîn. Lêkolîn li ser daxwaza Yekîneya Demokrasiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Munchenê (Fachstelle für Demokratie) ji aliyê Prof. Dr. Çinur Gahederi, Monique Kaulertz û Mary Lam ve hate meşandin.
Ji 210 kesî 183 kes bi cihêkariyê re rûbirû mane
Lêkolîna Munchenê ku sala 2025'an hate çêkirin û Çileya 2026'an hate weşandin, asta cihêkariyê raxist pêş çavan ku li bajêr Kurd lê rast tên. Li gel anketa bi beşdariya 21 kesî her wiha nêrîna şexsî ya 23 pisporan hate wergirtin.
Ji 210 kesên ku beşdarî anketê bûn 183 ji wan gotin, di nava 12 mehên derbasbûyî de herî kêm carekê li Munchenê rastî cihêkariyê hatin. Ev rêje ji sedî 86,7 ê beşdaran e.
Ji sedî 66,4 ê beşdaran gotin li nêzîkatiyên biçûkxistinê, ji sedî 64,4 ê beşdaran jî gotin li helwestên bêhurmetî û biçûkxistinê rast hatin. Ji sedî 50 ê beşdaran ragihandin ku cihêkariya dervehiştinê, ji sedî 44,2 gotin li heqarertê yan jî gotinên nebaş, ji sedî 11,8 jî gotin li êrişa fîzîkî rast hatin.
Ji beşdarên ku rastî cihêkariyê hatin, ji sedî 57,3 ji wan nasnameya Kurd, ji sedî 56,8 ji wan jî koka wan weke sedema cihêkariyê hate nîşandan.
Hate ragihandin ku encamên lêkolînê tenê tecrûbeya beşdarên li Munchenê nîşan dide, divê weke anketek têkildarî temamiya nifûsa Kurdan a li Elmanyayê neyê dîtin.
Li gorî lêkolînê Kurd li qadên cemaweriyê, sîstema perwerdeyê, kargehan û têkiliya bi saziyên cemaweriyê re rastî cihêkariyê hatin.
Li Elmanyayê nifusa kurdan
Li gorî daneyên ku Mediendienst Integrationê 22'ê Cotmeha 2026'an weşand, li Elmanyayê nêzî 1,5 milyon Kurd hene. Lê belê li welêt nifûseke fermî ya li gogrî nasnameya Kurd nîne.
Sedema sereke ya vê yekê jî ew e ku qeyda nifûsê ya li Elmanyayê li şûna nasnameya etnîkî xwe dispêre welatîbûnê yan jî welatê lê ji dayik bûye. Kurd li gel Elmanyayê xwedî welatiyên Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê ne; hin ji wan jî di statuya bêwelat de ne.
Li gorî daneyên Daîreya Penaberan û Koçberiyê ya Federal a Elmanyayê (BAMF) Mediendienst Integrationê ragihand ku ji sala 2010'an heta Hezîrana 2025'an 656 hezar û 245 Kurdan serlêdana penaberiyê kirin. 607 hezar û 896 ji van weke serlêdana destpêkê hate qeydkirin. Di heman demê de ji 378 hezar û 316 kesan re statuya parastinê hate dayin.
Pêşniyarên ji bo şaredariyan
Lêkolîna Munchenê di çarçoveya têkoşîna li dijî cihêkariyê de hin pêşniyaran li rêveberiyên xwecihî, saziyên cemaweriyê û saziyên civakî yên sivîl dike. Lêkolîner pêşniyar dikin ku mekanîzmayên piştevaniyê ji bo pêwîstiyên Kurdan bêne avakirin, pêşî li cihêkariya saziyî bê anîn û tevllîbûna civakî bê xurtkirin.







