Li Rihayê riya ber bi tenduristiya jinan tije astengî ye

  • 09:03 1 Mijdar 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
RIHA-  Pispora Nexweşiyên Jinan û Welidînê Ebru Kîrazoglu da zanîn ku gelek sedemên ku jin ji xizmetên tenduristiyê fêdeyê nagirin hene û got: “Nexweşiya pençeşêra malzarokê yek ji pençeşêra ku herî zêde dibe sedema mirina jinan. Di pençeşêra malzarokê de sedem ji sedî 95 HPV  ye.”
 
Li Rihayê jin di alî xwegîhandina xizmetên tenduristiyê de bi gelek astengî û pirstgirêkan re tên rû hev. Pirsgirêka veguhestin, tunebûna xizmeta bi zimanê dayikê pirsgirêka yekem ku jinan asteng dike ye. Jin di alî şopandina ducanî, plansaziya malbatî, testên pençeşêr, xizmetên menopoz û nexweşiyên jinan de xizmeteke têr û baş nagirin.
 
Di 7 mehan de li 30 jin3i teşhîsa pençeşêrê hat danîn
 
Li gorî daneyên TUÎK’ê di 7 mehên ewil yên sala 2026’an de li bajêr ji bo 19 hezar û 200 kesî testa malzarokê,  ji bo18 hezar û 800 kesî testa pençeşêra memikan hatiye kirin û di testan de bi 17 û 13 kesî re test pozîtîf derketiye.
 
Pispora Nexweşiyên Jinan û Welidînê Ebru Kîrazoglu der barê pisgirêkên ku jin li Rihayê dijîn de axivî.
 
Herî zêde kîjannexweşî tên dîtin?
 
Ebru Kîrazoglu da zanîn ku li Rihayê nexweşiya ku herî zêde bi jinan re tê dîtin Anemî (Bê xwînî) ye û got: “Ji ber sedemên di temenê biçûk de ducanî mayîn, qelsbûna xwedîbûnê û her wekê din nexweşiya Anemî pir zêde tê dîtin.Ligel vê enfeksyonên vajînal, girêdayê wê êş tên dîtin. Bi zewaca di temenê biçûk re nexweş ne xwedî agahî ne, rêbazaên plansaziya malbatê nizanin. Bi taybet di ser temenê 40’î de menopoz normal tê dîtin û serî li doktor nadin. Dixwazin vê pêvajoyê xwe bi xwe çareser bikin. Em di vê mijarê de hewce bi perwerde û agahiyê dibînin.Jinên li gundan dijîn di alî xwegîhandina van xizmetan de pir zehmetiyan dikşînin.”
 
Di pençeşêra malzarokê de ji sedî 95 HPV bi bandor e
 
Ebru Kîrazoglu diyar kir ku zewacên di temenê zarokatiyê de dibin sedema gelek nexweşiyan û got: “Li herêmê zewacên di temenê biçûk de pir zêde tên dîtin.Di vî alî de em kêmasiyeke cidî ya agahiyan dijîn. Divê bi saziyên civaka sivîl re li taxan xebat bên meşandin, ji bo pêşî li zewacên zû bên girtin divê xebat bênkirin. Zewaca di temenê biçûk de jinan di alî plansaziya malbatê de bê çare dihêle. Pençeşêra malzarokê yek ji çar pençeşêrên ku herî zêde dibin sedema mirinê ye. Em hemû dizanin ku ji sedî 95 sedema pençeşêra malzarokê HPV ye. Bi giştî ji 200’î zêdetir cureyên HPV’ê hene.  Ji ber vê divê aşiyên HPV’ê bên kirin. Divê ji 9 salî şûnde ev aşî bên kirin. Lê ev aşî bi pereyan tên kirin.”
 
Ebru Kîrazoglu ev tişt anî ziman: “Jin ji ber zextên civakê, barê kar û nebûna azadiya aboariyê nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Ji ber fikarên aboriyê xwegîhandina xizmetên tenduristiyê kêm dibe.  Der barê vê de divê çareserî bê afirandin. Gelek jinên nikarin xwe bigihînin van xizmetan hene.Divê bernameyên têkildarî testên pençeşêrê de, perwerdehiyên plansaziya malbatê bigihêjin ber destê jinan.”
 
Xizmeta bi zimanê dayikê pêwist e
 
Ebru Kîrazoglu  diyar kir ku yek ji pirsgirêka din nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê dayikê ye û got: “Li Rihayê 4 ziman tên bikaranîn. Dema em bi nexweşan re têkiliyê datînin, em wî zimanî nizanibin em bi hevkariya wergervan têkiliyê datînin. Di vî alî de xizmeta bi zimanê dayikê gelek girîng e û pêwist e.”