Bîranîna 16 pakrewanên tevgera azadiyê bi dayîna mewlûdê bi dawî bû

  • 15:09 10 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Sersaxiya ku MEBYA-DERê li Amedê ji bo 16 pakrewanên tevgera azadiyê danîbû bi dayîna mewlûdê bi dawî bû.
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Mirovên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine ya Amedê (MEBYA-DER), duh li Navçeya Rezanê li Mala Sersaxiyê ya Mazîdaglarê ji bo 16 şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê ku di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, şîn danîbû. Sersaxiya ji bo 16 şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê îro bi xwendina mewlûdê bi dawî bû. Li cihê sersaxiyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin û wêneyên 16 şehîdan jî li ser maseyan di nav gulan û rengên neteweyî de hatin cihgirtin. Her wiha pankartên bi nivîsa “Şehîd Namirin” û “Di şopa Şehîdan de ber bi Rêbertî û Civaka Azad” hatin daliqandin.
 
Sersaxiya ku du rojan berdewam kir, bi xwendina mewlûd û rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê bi dawî bû.