Tulay Hatîmogûllari: Îhmaleke eşkere heye
- 15:57 10 Mijdar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Îzmîrê derbarê teqîna li Febrîqeya Habaşê pêk hat de axivî û got ku ev ne bûyera yekem a qetlîama karkeran e ku li Habaşê diqewime û anî ziman ku ev ne qeza ye, qetlîam e!
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û heyeta pê re, li Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê serdana karkerên di teqîna Febrîqeya Habaşê ya li Aliagaya Îzmîrê de birîndar bûn, kirin û pişt re li fabrîkayê lêkolîn pêk anîn. Heyetê pişt re li pêşiya Fabrîkaya Habaşê daxuyanî da.
Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê diyar kir ku teqîna li fabrîkayê pêk hatî ne qezayek e, qetlîam e û destnîşan kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derketiye 18 kesan. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku wan li Nexweşxaneya Bajar a Îzmîrê serdana karkerên birîndar û malbatên wan kirine û wiha got: “Li wir derfet çêbû ku em bi karkerekî birîndar re biaxivin û me çawaniya bûyerê rasterast ji wî guhdar kir. Ev ne bûyera yekem a qetlîama karkeran e ku li Habaşê diqewime. Di 5ê Mijdarê de Eyûp Eynlî yê 20 salî di encama teqîna tekerê makîneyeke kar a ku hewa lê dihate lêxistin de jiyana xwe ji dest da. Dîsa di 21ê Cotmehê de Hakan Dogan ê 55 salî li Fîrmaya Taşeron a Akkayayê ji derenceyan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Kemerê ku di dema xebatê de diviyabû bihata girêdan nehatiye girêdan û pir eşkere ye ku ev mirin ji ber vê îhmalkariyê ye. Di 10 salên dawî de li Habaşê 11 karkeran jiyana xwe ji dest da ye”
‘Îhmaleke eşkere heye’
Tulay Hatimogûllari da zanîn ku di qezayeke kar a berê de dadgehê Habaşê ji sedî 70î sûcdar dîtibû û 2 sal û 6 meh ceza li berpirsiyaran birîbû, lê belê kesên ku ceza girtine wekî ku tu cezayê negirin li fabrîkayê xebata xwe domandine û axaftina xwe wiha domand: “Me bi pisporên ewlehiya kar re hevdîtin pêk anîn. Derbarê Habaşê de agahiyeke gelek zelal û cidî heye ku ji gelek demên dirêj ve bi hezaran karker bêyî ku tedbîrên ewlehiyê bên girtin tên xebitandin. Îro wezîran serdana vir kirin. Li gorî daxuyaniya wezîran wiha dibêjin: ‘Ti pirsgirêke mezin nîne. Em ê paşê li îhmalan binêrin’. Hîn mirov nehatine binaxkirin, hîn testên DNAyê li tiba edlî tên kirin, hûn tên vir û bi gotina ‘Li vir îhmal nîne’ dest bi axaftinê dikin, wê demê raporên ku ji vir derkevin dê ji bo sermayeyê bê parastin û wê binivîsin ‘îhmal nîn e’.”
‘Divê wezîrê berpirs îstîfa bike’
Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî, Rêveberê Giştî yê Ewlekarî û Tenduristiya Karker û Xebatê û Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê ku berpirsên vê yekê ne, divê yekser îstîfa bikin. Bila rojekê jî li ser peywirê nemînin. Ez careke din dibêjim serê malbatên xizmên xwe winda kirine, hezkiriyên wan, gelê Îzmîrê û gelên Tirkiyeyê sax be. Ez hêvî dikim ku birayên me yên karker ên birîndar di zûtirîn demê de bigihêjin tenduristiya xwe.”
‘Lêgerîn hîn didome’
Pişt re Meral Daniş Beştaş diyar kir ku fabrîqe li cihekî wisa ye ku berê jî bi awayekî sîstematîk gelek mirin lê pêk hatine û wiha got: “Wexta ku em hinekî berê derbasî hundir bûn, rayedaran gotin ku cihê sûc hîn ne guncav e û em nikarin têkevin. Ev jî nîşan dide ku xebatên lêgerînê hîn berdewam dikin. Li nexweşxaneyan çend karker hene hîn ev yek bi rastî jî ji raya giştî re nayê ragihandin. Mixabin li Tirkiyeyê di bûyerên bi vî rengî de adetek wiha heye. Ev ji adetekî zêdetir biryareke îdarî ye û bi pratîkê re rêvebirina aliyekî ye. Gav bi gav mirin tên ragihandin. Roja ewil dibêjin 6 kes, paşê dibêjin 10 kes. Di rastiyê de ji bo gel bertekê nîşanî van mirinan nede, hinekî qebûl bike û bi vî awayî, lîstikek psîkolojîk û birêvebirineke îdrakê li dijî gel dimeşînin.”
Piştî daxuyaniyê Heyeta DEM Partiyê ji cihê buyerê veqetiya.







