Ciwan li dijî êrîşan daketin kolanan

  • 22:38 8 Ocak 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên ciwanan li dijî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Enqereyê meşiyan. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî wekheviya gelan” bertek nîşanî êrîşan dan.
 
Rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê li dijî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşiyan. Ciwanan pankarta li ser, “Parastina Rojava israra mirovbûnê ye” vekirin li kolana Kenedy a navçeya Çankayayê ya Enqereyê dest bi meşê kirin. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî wekheviya gelan”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan”, “Kujer Colanî hevkar AKP” û “Bijî berxwedana gelan” heta kolana Ataturk meşiyan. Ciwanan rêya kolanê ji trafÎkê re girtin û bang li raya giştî, sosyalîst û demokratan kirin ku xwedî li Rojava derbikevin.
 
Piştî meşê ciwan belav bûn. 
 
Êlih
 
Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya DBPê yên Êlihê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meş li dar xistin.
 
Çeteyên Hikûmeta demkî ya Şamê ku girêdayî Tirkiyeyê li dijî taxên Kurdan Şêxmexsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişên giran pêk tînin. Ciwanê Êlihê ji bo xwedîderketina li taxên Şêxmexsûd Eşrefiyê yên Helebê bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partî û DBPê bi beşdarbûna gelek ciwanan li taxa Petrolkentê ya Êlihê meş li dar xistin.
 
Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana HSDê” berzkirin.