Peyama jinên qada Newrozê: Em azadiya Serok Apo dixwazin
- 10:26 21 Mart 2026
- Rojane
AMED - Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn bi lêv kirin ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.
Li Qada Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Newroza aştî û yekîtiya demokratîk” Newroz tê lidarxistin. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî berê xwe dan qada Newrozê. Di têketina qadê de jinan tim stranan got û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz dikin. Jinên ku tevlî Newrozê bûn peyamên xwe anîn ziman.
Jinên ku tevlî Newrozê bûn destnîşan kirin ku ew bi salan in daxwaza jiyanek û nasnameyek azad dikin û ji bo vê yekê têkoşîna xwe didomînin. Jinan her wiha azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest û gotin bêyî wî azadiyek mayînde pêk nayê.









