KJK: Em vê biharê bikin bihara azadiya gelê Kurd û Rêber Apo
- 15:09 21 Mart 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJKê di payema xwe ya ji bo pîrozbahiya Newroza Qendîlê de Newroz pîroz kir û wiha got: “Em carek din Newroza azadî û yekitiya netewî, cejna remezanê li we hemûyan pîroz dikin. Em xwe bi rihê Newrozê rêxistin bikin, em divê biharê de têkoşîna xwe bikin bihara azadiya gelê Kurd û azadiya fizikî ya Rêber Apo.”
Li Qendîlê Bi tevlîbûna hezaran kesî, pîrozbahiya Newrozê, li Qendîlê bi dirûşma "Newroza azadî û yekitiya demokratîk" dewam dike. Tevî hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê amadene, bi dehan çalakvan, nunerên hêzên ewlehiyê û alliyên siyasî, rêxistinên sivîl jî li qada Newrozê amade ne û bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz dikin.
Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin.
Di pîrozbahiya Newroza Qendîlê de Berpirsa xebatên jinan a Qendîlê Serwîn Celal peyama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) xwend.
Peyama KJKê wiha ye;
“Ji bo gelê fedekarê Qendîl û hemû gelê welatparêz yê tevlî Newroza Qendîlê bûne. Newroz bi hatina biharê û roja nû re rewşa xwe ya herî ciwan li Qendîlê li wê qadê bi nexş û rengê we xwe xemilandiye. Qendîl bi çiyayên xwe yên bilind û hembêzkirina hemû rengên xwezayê, pêşwazîya we û newrozê dike. Bi bedewî û serbilindiya Qendîlê, em cejna gelê Arî, cejna Newrozê û roja nû, di şexsê gelê serbilind ê Qendîlê de, li gelê me yê li bakur, rojhilat, rojava û li hemû jinan pîroz dikin. Her wiha em ceja Newrozê li gel û ciwanên Mexmûrê pîroz dikin ku her sal bi tevlîbûna xwe coş û xuruş didin pîrozbahiya Qendîlê. Di şexsê wan de em cejna Newrozê li şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî pîroz dikin.
Her bosteke xaka Kurdistanê bûye qada berxwedan û şerên mezin. Gelek keç û xortên welatê me canê xwe fedakirine, xwîna xwe rijandine û gihiştine asta şehadetê. Yek ji van cihan jî Qendîle ku hertim ji bo hemû Kurdistanê bûye mal û stargeh. Qendîl bi vê taybetmendiya xwe bûye qelaya berxwedanvanên wek Viyanan, Helmetan, Sarînan, Berfînan û Qasim Engînan. Qendîl stargeh û cihê berxwedan û têkoşîna azadiya Kurdistanê, malbenda şehîdên rêya azadiyê ye. Bi vê wesîleyê em di kesayeta şehîdên mezin yên Newrozê Mazlum Dogan, Rewşen û Zekiya de hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bibîrtînin û soza bicihanîna xeyalên wan dubare dikin. Her wiha di kesayeta Şehîd Ehmed Hêmin de ku bû sembola yekitiya netewî ya Kurdan, bi rêz û heskirinek mezin bibîrtînin û soza xwe ya ji bo xurtkirina yekitiya gelê Kurd dubare dikin. Di heman demê de Newrozê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin ku ew berên bingehîn yên şoreşa Kurdistanê ne.
Em li vê qada rengîn û birûmet silav û heskirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin û Cejna Newrozê li Rêber Apo û hemû hevalên wî pîroz dikin. Banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk a di 27’ê Sibata 2025’an de bandorek zêde li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistan, herêm û cîhanê çêkir. Li ser vê bangê em wek gel û tevger ketine di nav qonaxek nû ya têkoşînê de. Rêber Apo di 27 salên borî de di nava mercên tecrîdê de mijûlî têkoşîn û xebatek bê hempa ye daku zemîna têkoşîna demokratîk avabike. Ji bo pirsa Kurd bi rêya diyalog û yasayê çareser bike, xwedî hewldan û israrek mezine. Dibin pêşengtiya rêbertî de tevgera azadî ya Kurd gelek pêngavên dîrokî avêt û bi hestiyariyek mezin tevgeriya. Heta niha tişta ketî ser milê tevger û gelê Kurd pêkaniye. Wek tevgera azadiya jinan li hemû qadan pêşengtiya vê qonaxê kirine. Lê erkê me yê sereke wek tevger û gel, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Civaka me tenê bi rêxistinkirina xwe û avakirina civakek demokratîk dikare erkê xwe yê serdemê bicih bîne. Mezinkirina çalakiyên ji bo azadiya rêbertî ji hemû demê giringtir û jiyanîtire.
Rêbertî her demê derfetên xwe ji bo azadiya gel veqetandiye. Lê mercên niha rê nadin Rêber Apo rola xwe ya wek sermuzakerevan di çareseriya pirsa Kurd de bibîne. Heta rêbertî di van mercên Îmraliyê de be, pirsa Kurd bi rêya diyalogê çareser nabe û aştî û azadî jî berdewam nabe. Ji bona wê mercê sereke yê serkeftina vê qonaxê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê ‘Mafê Hêviyê’ bêy ku were derengxistin, were bicihanîn û pêngavên yasayî bên avêtin. Wek tevgera azadiya jinan banga me ji bo hemû jinan ewe ku ji bo Rêber Apo bikare bi rola xwe rabe, divê em têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.
Çawa Rêber Apo di despêka qonaxê de got, ‘Em teqez gelê xwe bi tenê nahêlin’ em jî li navenda Newrozê dibêjin, ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye. Em divê sala bihêvî de dibêjin, niha dema hevdîtina mezin ya bi Rêber Apo reye, Gelê Kurd gelê Newroze, Newroz jî sembola azadî berxwedan û nubûnûyê ye. Emê vê bi azadiya Rêber Apo tacîdar bikin.
Gelê me li Başûrê Kurdistanê hertim hemberî sîstema parçekirinê rawestiyaye û di hemû rewşan de li rexa gelê Bakur, Rojhilat û Rojava sekinî.
Dema pêwîst bû bi çek di çeperan de şer kirin, yan bi çandek hêz têkoşiya. Yan jî bi milyonan di kolanan de piştgiriya xwe anîn ziman. Jinên Kurd dengê xwe gihandin hemû cîhanê, di êrişa dawî ya çeteyan ya ser Rojavayê Kurdistanê de, ji zarokan bigire heya pîran, bi dirûşmeya ‘Kurdistan yeke, gelê Kurd yeke’ bû sembola ruhê têkoşîna netewî. Dîmena Newroza Qendîlê jî bivê dirûşmeyê guherî. Divê serdema dîrokî de em dibêjin, yekitiya neteweyî ya demokratik xwedi giringiyek jiyaniye, yekitiya me parastina hebûn û erdnîgariya meye. Lewma em azadiya fizikî ya Rêber Apo û yekitiya netewî, weke bingehên serkeftina aştiyê dibînin.
Newroza Qendîlê bûye kevneşopiyek û sembola yekitiya netewî, her sal ji her çar beşên Kurdistanê, dibin sîwana Qendîlê de yekitiya xwe nîşan didin. Lê bersiva herî mezin ya ji bo dagirkeran, li qada Newroza Qendîlê hatiye dayîn. Qendîl nîşana şikandina sînorên ku di xaka Kurdistanê re hatine kêşane. Pêwîste hêzên siyasî yên Kurd jî li gorî helwesta gel tevbigerin û berjewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyek û berjewendiyên netewî û parastina gelê Kurd bixin pêş.
Di têkoşîna azadiya Kurdan de, jin hertim dirêzên ewil de bûn, di çeperan de şerkirin, di girtîgehan de li ber xwe dan û ji bo parastina destkeftiyan bi agirê rihê xwe, meşaleya Newrozê geştir kirin. Divê em hêza xwe bikin yek, weke jin em pêşengtiya aştî û civaka demokratîkin, lewma divê em hîn zêdetir berpirsyartiya xwe bicih bînin.
Ciwanê têkoşer ên Kurdistanê ku divê qadê de amadene, divê ev sal bikin sala azadî û serketinê. Divê ciwan pêşeng bin û baweriya me ewe ku her ciwanek bibe cihê rêbaza Ehmed Hêmin. Em Newrozê li hemû ciwanên têkoşer û welatparêz pîroz dikin.
Em carek din Newroza azadî û yekitiya netewî, cejna remezanê li we hemûyan pîroz dikin. Em xwe bi rihê Newrozê rêxistin bikin, em divê biharê de têkoşîna xwe bikin bihara azadiya gelê Kurd û azadiya fizikî ya Rêber Apo.
Bi pêngava ‘Niha dema jine’ em dibêjin, ‘niha dema azadiya fizikî ya Rêber Apo ye, niha dema yekitiya netewiye.’
Bijî Newroz
Bijî Rêber Apo
Jin Jiyan Azadî.”









