Standa Partiya Çep a Kesk eleqeyek mezin dît
- 21:06 30 Adar 2023
- Rojane
STENBOL - Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Kadikoyê li Kolana Rihtim ji bo dildarên sindoqê stand vekir û bruşor belav kirin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê standê dan.
Partiya Çep a Kesk a Kadikoyê li Kolana Rihtim ji bo dildarên sindoqê stand ava kir. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêxistina Partiya Çep a Kesk, serlêdanên welatiyên ji bo dildarên sindoqê kirin lîste. Li ber standê pankartên ‘ Ji bo dildariya sindoqê min serlêdan kir, ez dibim peywirdarê sindoqê, xwedî li îrada xwe derdikevim’ hatin daliqandin.
Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê standê dan û di standê de ji her zimanî muzîk hatin vekirin û dîmenên rengîn hatin jiyîn.