Li Şirnexê jinekê bi guman jiyana xwe ji dest da

  • 22:17 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Bijîjka Pispor Ayşe Şîmşek a beriya 5 mehan tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû kirin, li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
Bijîjka Pispora Rehabîlîtasyon û Tedawiyê ya Fizîkî Ayşe Şîmşek ku hate diyarkirin beriya 5 mehan tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû kirin, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Cenazeyê Şîmşekê ji bo karûbarên otopsiyê birin morga nexweşxaneya dewletê ya lê dixebitî. 
 
Hate îdiakirin ku Ayşeyê întîhar kiriye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.