Partiya Çep a Kesk li Serhedê xebatên xwe didomîne
- 20:26 28 Nîsan 2023
- Rojane
ERZIROM/AGIRÎ- Li bajarên Serhedê xebatên hilbijartiyên yên Partiya Çep a Kesk eleqeyek mezin dibînin û jinan diyar kirin ku wê 14’ê Gulanê de desthilatdariyê bişînin.
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin. Jin eleqeyek mezin nîşanê xebatan didin. Li herêma Serhedê jî namzet bi gel re tên gel hev û coşek mezin tên pêşwazîkirin.
Agirî
Li Agiriyê xebatên hilbijartinê diodmin. Li navçeyên Hamur, Giyadîn, Bazid û gundên Agiriyê xebat tên meşandin.
Li Bazidê di çarçoveya xebatan de heyet çûn gundên Xariktan, Bûbo, Yêdîmîlet û Gurgopa. Li Xariktan jinan heyet pêşwazî kirin û dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
Li bajar namzetan serdanên xwe domandin û di serdanan de welatiyan diyar kirin ku wê ji bajar her 4 namzetên xwe jî derxin û AKP’ê bişînin.
Erzirom
Li Erziromê jî namzetê Partiya Çep a Kesk Abdurahman Sever û heyeta ligel wî li taxa Palandoken çûn sedana malbat û bazarê. Heyet derî bi derî geriya û Partiya Çep a Kesk da nasîn. Jinan eleqeyek mezin nîşanê heyetê dan. Libajarê jî heyet bi esnaf û welatiyan re hat gel hev û gel diyar kir ku divê ev desthilatdarî biçe.