Ciwan bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin

  • 14:27 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Amedê li tevahiya kolanên navçeya Rezanê bi dirûşma “Azadiyê” dimeşin. 
 
Qada Stasyonê ya Amedê beriya “Mitînga Azadiyê” ya bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, li Amedê tên gel hev” tê lidarxistin, hate dorpêçkirin. Bi hezaran kesan gelek cih veguherandin qadên berxwedanê. Ciwanan, li hemû kolanên Rezanê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi meşê kirin.