Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin

  • 16:36 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Parlamenterên DEM Partiyê ku tevlibûna wan a “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê hate astengkirin, rê li trafîkê girtin. 
 
Parlamenterên DEM Partiyê ji bo tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ya bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” hatibûn navçeya Rezanê, ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Parlamenter tevî gel hatibûn Cadeya Cemîloglû û jê re hatibû gotin ku dê dorpêça li ser girseyê were rakirin. Lê belê polîsan bi saetan destûr nedan ku parlamenter û girse ji dorpêçê derkeve. Li ser vê yekê parlamenterên DEM Partiyê wesayîtên xwe kişandin nava rê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlamenterên ku rê ji trafîkê re girtin, çalakiya xwe didomînin.