Amedê peyama xwe da: Bê serok jiyan nabe

  • 17:33 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Daxuyaniya ‘mîtînga azadiyê’ ya bi hezaran kes tevli bûn tevî hemû astengiyan hat kirin. Li qada ku piranî jin û ciwan tevli bûn, bi hezaran carî dirûşmeya ‘bê serok jiyan nabe’ hat berzkirin û xwestin deriyên îmraliyê vebibin.
 
“Mitînga Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li Amedê bihata lidarxistin, ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Tevî qedexeyê bi hezaran kes ji her çar alî Kurdistan û Tirkiyeyê hatin amedê. Di têketina Amedê de jî qexeyan berdeawm kir û li dijî vê girseyan li cihên lê diman qad veguhertin berxwedanê.
Set di 11.00’an de bi sedan kes li ber AZC planza, Taxa Bîrlîk a Baglarê û li ber Hala Kevn a Sûrê hatin gel hev. Di 13.00’an de bi hezaran kes li ber AZC planayê hatin gel hev û berxwedan. Tevî hemû astengiyan dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’ hatin berzkirin.
 
Hevserokên DBP û DEM Partiyê, birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û nûnerên din jî hatin qadê. Mehmet Ocalan ji aliyê girseyê ve eleqeyek mezin dît û jinan dirûçeya ‘jin jiyan azadî’ ber kirin. Strana ‘Dîren ha Diyarbekir’ hat gotin.
Jin û ciwanan bê navber peyama ‘bila deriyên Îmraliyê bê vekirin’ berz kirin û govend gerandin.  Girseyê piştî demekê dîsa barîkat şikandin. Ciwanan li dijî dorpêçê wêneyên Abdullah Ocalan rakirin.