
Yuksel Genç: Ji bo pêşîlêgirtina întîxaran çareseriyên sîstematîk şert in
- 09:02 2 Çile 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku di 24 salan de întîxar zêde bûne û got: “Întîxar pirsgirêkek kesayetî ye, bandora krîzên civakî ye. Ev jî nîşaneya pisgirêkên sîstematîkin.”
Di dema desthilatdariya AKP’ê de pirsgirêkên civakî zêde bûn û bê çaeserî man. Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav zêdebûna întîxaran bû.
Navenda Lêkolîna Qada PolîtÎka Civakî bi armanca sedemên întîxaran lêkolîn bike daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) yên di navbera 2000-2023’an jî dihewand analîz kir.
Li gorî raporê li Tirkiyeyê di 25 salan de întîxar 2.25 kat zêde bûne. Herî zêde jî di 2022’an de hatine jiyîn. Di 2000’î de hezar û 802 întîxar hatine jiyîn û ev di 2022’an de 4 hezar û 218 ûn. Herî zêde navbera temenê 20-24 û 25-29 de întîxar hatine jiyîn.
Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî (SAMER) Yuksel Genç der barê raporê de ji ajansa me re axivî.
‘Divê bi giştî çîroka wê civakê bê analîzekirin’
Yuksel Genç balkişan ser sedemên întîxarê û da zanîn ku di her bûyera întîxarê de sedemên malbatî, civakî, bajar, pisgirêkên aborî, psîkolojîk û siyasî hene û got: “Rizandinek, xerabûn û têçûnek dertê holê. Tu bûyerek întîxarê divê kesayetî neyê destgirtin û di heman demê de divê encama jiyana civakî û koleketîf bê nirxandin. Divê encama bandora civakî ya li ser şexs bê dîtin. Ji ber vê întîxar tenê bi şexs nayê sînokirin. Divê bi giştî çîroka wê civakê bê analîzkirin. Mînak bi kesên ku rewşa perwerdehiya wan bilind, aboriya wan baş û temenê navîn derbas kiriye de bûyerên întîxarê bi sînorin. Di nava pirsgirêkên çandî-civakî û aborî de kes berbi întîxarê ve diçin û bûyer zêde dibin.”
‘Divê ev rêje bên lêpirsînkirin û nîqaşkirin’
Yuksel Genç di berdewamiya axaftina xwe de zêdebûna întîxarên li Sêrt, Şirnex û Colemêrgê jî nirxand û wiha domand: “Li bajarên Kurdistanê li gorî giştîbûna Tirkiyeyê rêjeya întîxarê hinek kêm e. Li herêma Sêrt, Şirnex, Colemêrgê întîxar zêde ne. Ji ber vê ev nokteyeke divê bê nîqaşkirinê ye.Dîsa li Stenbol, Antalya û Egeyê jî bûyerên întîxarê zêde rû didin. Mînak di întîxarên zarokan de Amed di rêza yekem de ye. Divê ev bê nîqaşkirin. Li Bedlîs-Sêrtê întîxarên jinan zêde ne. Li Rihayê zêde ye. Divê ev bên lêpirsînkirin.”
‘întîxar encama krîza pir alî ye’
Yuksel Genç axaftina xwe wiha domand: “Întîxarên li herêmê encama krîza pir alî ya ku rejîm û pergal derdixin holê, pêk tên. Bêguman sedemên din yên bandor li zêdebûna întîxaran dike hene. Întîxarên li bajaran li gorî gundan zêdetirin. Li bajaran bûyerên întîxaran zêdetir rû didin. Li seranserê Tirkiyeyê întîxar zêdene. Rewşa siyasî ya Tirkiye têde ye, nirxên civakî bandor li vê dikin.Ji ber vê têkiliya întîxaran bi pêrgalê re heye. Întîxar encama krîza pir alî ye. Bêguman aborî gumanbar^ne mriovan yên der barê jiyanê de zêde dike. Betalî bêhêzêbûnê dderdixe hlê û îradeyê dişkîne, ziarê didê. Bajarên herêmê ji avabûna komarê het aniha bûne parçeyek çîroka newekheviyê.”
‘Di navbera 2020-2023’an de întîxar zêde bûne’
Yuksel Genç bi lêv kir ku întîxarên jinan carnan zêde dibin û di demên ku civak parçe dibe û jin bê piştgirî dimînin, întîxar wek alaveke peyamê tê bikaranîn. Yuksel Genç ev tişt bi lêv kir: “Di navbera 2020 û 2023’an de întîxarên jinan pir zêde bûne. Bêguman divê ev bên lêkolînkirin û çend sedem^ne wê hene. Yek parçebûna civakê û neçareserkirina krîza civakî ye. Li aliyê din jî serdestiya mêr cihê jinê yê di civakê de li ber çavan nagire û mafan binpê dike. Girêdayê vê jî întîxar zêde dibin. Sedema zêdebûna întîxaran ên li herêmê li ser hinek esasan e. Li hinek cihan ji ber nirxên civakî, polîtîk û siyasî tên binpêkirin bûyerên întîxarê zêde dibin. Bi taybet li herêmê zêdebûna cînayetên jinan girêdayê sedemên întîxarê ne jî.”
‘Întîxarên zarok û ciwanan zêde ne’
Yuksel Genç balkişan ser întîxarên zarok û ciwanan û got evqas zêdebûna întîxaran anormalbûna li Tirkiyeyê nîşan dide û divê ev bê nîqaşkirin û got: “Ev derdixe holê ku divê em lêkolînek taybet bikin û vê bikin rojeva xwe. 24 salan de li Tirkiyeyê herî zêde navbera temenê 20-24’an de întîxar pêk hatine. Li bajarê nkudan herî zêde navbera 15-19’an de pêk hatine. Di întertan de derbaskirina demê bandorek mezin li ser întîxarê dike. Başkirina tiştekî, çareserkirina pisgirêkekê, ji pirsgirêkê xilasbûn girînge û divê mirov sedema wê bizanibin.Di vê mijarê de sedem neyê zanîn wê demê di vê mijarê de jî çareserî nayê xwestin.”