
Çareseriya şerê li dij jinan tê meşandin: Rêxistinbûn
- 09:03 26 Gulan 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Jinan der barê polîtîkayên şerê taybet û pêşîgirtina qetilkirinên jinan de axivî û gotin: “Çareserî bi rêxistibûnê pêkan e. Çareserî ne sala malbatê, sala berxwedanê ye.”
Tundiya li ser jin û zarokan roj bi roj giran dibe û li gorî çeteleya meha nîsanê ya JINNEWS’ê di mehekê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin. Her wiha 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirin û jin kirdeyên pêvajoyê ne, desthilatdarî di bin navê ‘sala malbatê’ de polîtîkayê şerê taybe dimeşîne. Jinan der barê hedefgirtina jinan û riyên çareseriyê de axivîn.
‘Ji bilî me kesekî me tuneye’
Nîmet Arikan da zanîn ku derketina ji peymanên ku mafê jinan diparêzin û qetilkirina jinan polîtîk e û got: “Qetilkirinên jinan her roj zêde dibin. Her roj jin tên qetilirin. Divê em jin xwe biparêzin. Pergaleke ku me biparêze tuneye. Ji bilî me kesekî me tuneye. Divê em xwe bi rêxistin bikin û piştevaniyê biparêzin. Desthiladarî dibêje sala malbatê. Lê divê em vê salê bikin sala berxwedanê. Divê em bên gel hev û xwe rêxistin bikin.”
‘Çareserî rêxistinbûn e’
Şevval Nûr jî destnîşan kir ku jin li her derê hedef tên girtin û jin bi têkoşînê hewl didin qadên bi ewle biafirînin. Şevval Nûr wiha dirêjî dayê: “Li dijî polîtîkayên tundiyê, siyaseta dewletê, wê têkoşîn bidome. Li dijî ‘sala malbatê’ divê em ‘sala berxwedanê’ îlan bikin. Em jinên zanîngehê xwe wisa rêxistin dikin. Çareserî li kolanê ye, çareserî ji rêxistibûnê derbas dibe.”
‘Em li dijî pergalê ne’
Jina bi navê Sude ku paşnavê xwe neda da zanîn ku ew li alî jiyaneke ku kirdeya wê ne, dixwazin û wiha dawî lê anî: “Heta ev tundiya dewletê bidome em ê li kolanan bin. Em li dijî vê pergalê ne. Desthilatdarî ji jinan ditirse. Em ê li dijî pergalê her tim li qadan bin.”