
'Divê pêşî li komkujiyan bê girtin'
- 09:04 26 Gulan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê li dijî qetilkirina jinan bang li saziyên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û gotin:"Banga me ji bo tevahî sazî û rêxistinên mirovî heye ku li hember van kiryaran bi erka xwe rabin û dawî li van komkujiyan bînin. Ji ber ev yek pêşî li Sûriyeke demokratîk û ne navendî digre."
Piştî ku HTŞ di SûriyEyê de serweriya xwe da sepandin loma heya roja îro derheqê mezheb û pêkhateyan komkujî tên berdewam dikin. Bi taybetî di demên dawî de sê bûyerên ku di du rojên borî de li dijî sê jinan li Cebleh, Latakîya û Tertûsê, derheqê Ayşe, Xufran û Xaliya, de hatin pêkanîn, zihniyeta HTŞ'ê radixîne pêş çavan. Rêxistina Sara ya bajarê Helebê li dijî wan kiryaran ku her jinan dikin li kolanan dengê xwe bilind dike. Jinên tevli daxuyanî û çalakiyên rêxistinê dibin nirxandin kirin.
'Divê em li ser van pirsgirêkan rawestin'
Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Huda Nasan da diyarkirin ku pir girîng e ew weke rêxistin li ser van kiryaran bisekinin û wiha got:"Îro li peravên Sûriyeyê komkujî derheqê jinan de berdewam dikin. Em weke rêxistina Sara ya Helebê pir girîng e van kiryaran berçav bigrin, her wiha em li ser van pirsgirêkên civakî rawestin."
'Çarenûsa Sûriyeyê dixe metirsiyê'
Huda Nasan da diyar kir ku ev kiryar bi xwe re rewşek aloz tîne û wiha dom kir:"Ji dema ku HTŞ di Sûriyeyê de bû serwer êdî her kiryar derheqê gelan tê kirin ev yek jî çarenûsa Sûriyeyê dixe metirsiyê."
'Her jin tên kuştin'
Di dewamiya axaftina xwe de Huda Nasan da zanîn gelek komkujî çêbûne û wiha pê de çû:"Em weke jinên Sûriyeyê di dirêjahiya aloziyê de me gelek kuştin û komkujî dîtin lê belê di nava çend heyvên ku tê de HTŞ hat ser serweriyê, em her roj dibihîsin jin tên kuştin, revandin û tecawizkirin, ev yek jî di bin navê ol de tên kirin."
'Divê pêşî li van kuştinan were girtin'
Di dawiya axaftina xwe de Huda Nasan bang li saziyên mirovî kir ku bi erka xwe rabin û bi van daxwazan dawî li axaftinê anî:"Banga me ji bo tevahî sazî û rêxistinên mirovî heye ku li hember van kiryaran bi erka xwe rabin û dawî li van komkujiyan bînin. Ji ber ev yek pêşî li Sûriyeke demokratîk û ne navendî digre. Çimkî yên îro di vê desthiledariyê de cih digrin yekser destê wan di xwîna vî gelî de heye."
'Wê çawa bi awayekî demokratîk bi rêve biçe?'
Di heman demê Endama Kongra Star a Helebê Lîlav Elî jî li hember kiryaran derket û wiha got:"Îro em bi tundî van komkujiyan şermezar dikin. Bi van komkujiyan dixwazin jinê red û paşguh bikin. Colanî di nava Sûriyeyê de pêşketin neda çêkirin. Heger Colanî bi vî awayî tev bigere û van komkujiyan berdewam bike wê çawa civaka Sûriyeyê bi awayekî demokratîk bi rêve biçe?"
'Ev sîstem ya herî xirab e'
Di dawiya axaftina xwe de Lîlav Elî da tekezkirin ku sîstema mêrane û yekperest wê bi xwe re hilweşînê bîne û got:"Sîstem û hişmendiya ku niha Colanî pê Sûriyeyê bi rêve dibe ya herî xirab e. Sîstemek bi xwe re hilweşînê tîne. Heger were berdewamkirin wê civak bibe dijberê vê sîstemê."