
Delîl, şahîd û îtîraf heye lê ceza tune ye!
- 09:03 27 Gulan 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
DÊRSIM - Dayika Ayten Ozturk a ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin Dîlîf Ozturk, di çarçoveya "Hefteya Windayan" de daxwaza xwe ya edaletê dubare kir û got, "Em edaletê dixwazin, kê kir bila bê cezakirin, em ê çawa ji bîr bikin?"
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1995'an de ji bo lêkolînkirina windayan û ji bo berpirsyar bên dîtin û bên darizandin rojên 17 û 31'ê Gulanê weke "Hefteya Windayan" bi nav kir. Di vê çarçoveyê de her sal hefteya di navbera 17 û 31’ê Gulanê de wekî “Hefteya Windayan” tê binavkirin. Di vê hefteyê de ÎHD û xizmên windayan li aqûbeta windayan dipirsin û daxwaz dikin ku berpirsyar bên darizandin. Bi hezaran welatî ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û qetilkirin. Her çendî kiryarên piraniya cînayetan hatin dîtin jî nehatin darizandin. Xizmên windayan ên li edaletê digerin gelek caran hatin binçavkirin û polîsan tundî li wan kir. Lê tevî ku 30 sal di ser re derbas bûne jî xizmên windayan her roja şemiyê aqûbeta windayan dipirsin û daxwaz dikin ku bila kiryar bên dîtin û cezakirin.
Malbata Ayten Ozturk a di 27'ê Tîrmeha 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û cenazeyê wê di 8'ê Tebaxa 1992'an de hat dîtin, 33 sal in li edaletê digere. Dayika Ayten Ozturk Dîlîf Ozturk behsa lêgerîna edaletê ya 33 salan kir.
'Cihê ku em lê negeriyan tune ye'
Dîlîf Ozturk a ku qala revandina keça xwe Ayten Ozturk kir got, "Li Akpazarê dixebitî û li cem hevalên xwe dima. Dema yek ji wan keçan çû betlaneyê, yekî bi navê Yeşîl hat gund, ew rawestand û revand. Di wê kêliyê de zarokek wê dibîne. Piştre ji bo ku zarok bûyerê vebêje hat gazîkirin û zoark jî got, 'Du kes ji wesayitekê peya bûn dev û çavên wê girêdan û li wesayitê siwar kirin'. Nedixwestin keça min li wê bixebite. Em li herderê geriyan. Lê keça min nehat dîtin."
'Em ê çawa ji bîr bikin'
Dilif Ozturk, diyar kir ku kiryar tê zanîn lê ji aliyê dewletê ve tê parastin û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê lêgerîna edaletê encam nedaye. Dilif Ozturk tevî her tiştî daxwazên xwe yên edaletê dubare kir û got, "Hê dawî li gundekî Xerpêtê dema ku yekî diçû sewalên xwe diçêrand, li daristanê cenazeyek dît, keça min di bin axê de veşartibûn, tenê destên wê li derve mabûn. Vê xemgîniyê ez tune kirim. Lê herem li gel kujerên Atenê cih girtin, wan alîgirî kir, em çûn dadgehan. Lê me encam bi dest nexist. Em edaletê dixwazin. Edalet tunebû û ya jê re digotin edalet jî li kêleka wan cih girt, ji ber xemgîniyê em nikarin biaxivin, em ê çawa ji bîr bikin, gelek tişt nayên bîra min, ji ber ku min gelek êş kişand. Wêneyê keça min jî nîşanî min nadin hemû girtine cem xwe."
Çi bibû?
Ayten Ozturk êvara 27'ê Tîrmeha 1992'an piştî kar bi maşîneyeke spî û 4 kes di hundir wê de hat revandin. Ayten Ozturk di 8'ê Tebaxa 1992'an de li herêma Karşiyaka Kartaltepe ya Xarpêtê bi awayekî kuştî hat dîtin. Ayten Ozturk ji aliyê malbatê ve ji cilên xwe hat naskirin.
Li Amedê 3 rojan hat îşkencekirin
Di daxuyaniyên çapemeniyê yên ji bo xizmên windayan de hat ragihandin ku Ayten Ozturk ji aliyê Fermandarê JÎTEM'ê Cem Ersever û endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan ve bi wesayita Land-Rover a spî ya ku ji endamê JÎTEM'ê yê bi navê Yeşîl û Mahmut Yildirim re hatiye veqetandin hatiye revandin, piştî ku Amedê sê rojan îşkence lê kirine ew înfaz kirine.
Dosya ji nû ve hat vekirin
Di 13'ê Kanûna 2011'an de Komîsyona Lêkolîna Kuştinên Kiryar nediyar ên Meclîsê li bavê Ayten Ozturk Hıdır Oztürk guhdarî kirin. Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustûn serî li Serdozgeriya Komarê ya Elezîz û Tunceliyê da û dosya ji nû ve hat vekirin.
Bêcezahiştin
Tevî ku di dosyayê de şahid, delîl û îtîraf hebûn jî di 21'ê Îlona 2022'an de bi hinceta demboriye dosya bi bêcezahiştinê bi encam bû. Malbata Ayten Ozturk di sala 2013'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn di 21'ê Nîsana 2016'an de biryara lêpirsîna bi bandor a di çarçoveya mafê jiyanê yê ku li gorî xala 17'an a Destûra Bingehîn biryar hat dayîn ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin. . Ji bo encamên binpêkirinan ji holê rabin nusxeyek biryarê ji Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê re hat şandin. Lê belê encam wek xwe ma û doz ji ber demboriyê hat betalkirin û dosya bi bêcezahiştinê bi encam bû.