Qetilkirina jinan a dema AKP’ê hatin jimartin

  • 21:23 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
EQNERE- Halîde Turkoglu ya DEM Partiyî balkişand ser qetilkirinên jinan yên dema AKP’ê de hatine jiyîn û got ji sala 2010’an heta herî kêm 5 hezar û 696 jin hatine qetilkirin.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, di Lijneya Giştî ya Meclisê di çarçoveya pêşnûmeya lêkolînê ya der barê qetilkirina jinan de  dabûn axivî.
 
Halîdeyê da zanîn ku wan di pêşnûmeyê de xwestine ku qetilkirina jinan yên dema AKP’ê de hatine jiyîn bên lêkolînkirin û her wiha da zanîn ku wan şahidiya tiştên ku vê demê de hatine jiyîn kirine û pratîkên AKP’ê baş dizanin. Halîdeyê wiha dirêjî dayê: “Em ji hilweşîn û texrîbata li ser jiyana jinan hatiye kirin dizanin. Polîtîkayên di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a vê desthilatdariyê, pratîka sûcên li hember jinan hatiye kirinê ye.  Ev desthiladarî 22 sale êrîşê destkeftiyên jinan dike li hember jinan sûc dike, kujeran diparêze, cesaretê dide gumanbaran, ceza nade gumanbaran. Peymana Stenbolê fesh kir û çav berda nefeqeyê û qanûna 6284.”
 
Di 14 salan de çend jin hatin qetilkirin
 
Halîdeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di meha îlonê de herî kêm 42 jin hatine qetilkirin û wiha dawî lê anî: “Di navbera sala 2010 û 2024’an de 4 hezar û 255 cînayetên jinan hatine jiyîn. Di 7s alên dawî de hezar û 441 mirinê bi guman, ji 2010’an heta niha bi giştî 5 hezar û 696  jin hatine qetilkirin.