Jinan ji Amedê bang kirin: Em ê 6284 pêk bînin

  • 19:45 9 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Rêveberiya Şaredariya Yenîşehîrê ya DEM Partiyê û rêxistinên jinan der barê qetilkirina jin û zarokan de daxuyanî dan û gotin ew bi biryarin ku dengê xwe bilid bikin.
 
Rêveberiya Şaredariya Yenîşehîr a DEM Partiyê der barê qetilkirina jinû zarokan de daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya şaredariyê hat dayîn. Ligel hevşaredar Safiye Akdag gelek jin tevli bûn. 
 
Safiyeyê da zanîn ku divê li dijî qetilkirina jinan deng bê bilindkirin.
 
Piştre endama meclisa şaredariyê Gulhan Onur axivî û diyar kir ku ji ber qadên bi ewle yên jin û zarokan tune ne rizandina civakî û zext zêde dibin.
 
Gulhanê da zanîn ku li Amedê Narîn, li Stenbolê Îkbal û Ayşenur li Tekîrdagê jî Sila  û got her yek êşeke. Gulhanê da zanîn ku ew wê têkoşîna xwe bilind bikin û piştevaniyê mezin bikin. 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Qada Şêx Saîd
 
Fedeerasyona Femînîstên Ciwan, Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) û meclîsên jinan jî li navçeya Sûrê li Qada Şêx Saîd hatin gel hev û li dijî êrîşên li hember jinan daxuyanî dan.
 
Li ser navê girseyê endama KCDP’ê Dîlan Kaplan daxuyanî xwend û da zanîn ku qetilkirina jinan ne tesadufe û got heta ku polîtîkayên desthilatdariyê bidomin wê qetilkirina jinan jî bidome. Dîlanê da zanîn ku wê qanûna 6284 biparêzin û  divê rayedar peywira xwe bînin cih.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.