Şêniyên Wanê li hemberî astengiyan nerazîbûn nîşan dan

  • 11:48 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li dijî astengkirina çûyina Mîtinga Azadiyê ya li Amedê wiha got:"Em sond dixwin wê kurd li hemberî we serî daneynin. Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP), ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê tên gel hevdu" wê li Amedê "Mîtînga azadiyê" bê lidarxistin.
 
Gelek kes ji bo biçin mîtingê li Parka Îpek a Rêya Armûşê kom bûn lê belê hatin astengkirin. Li dijî astengkirinê çalakiya rûniştinê dest pê kir. 
 
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Niha şer nabe, aştî" hatin berzkirin.
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin'
 
Li ser biryara qedexeyê Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Wanê Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Ev du roj in li seranserê Tirkiyeyê ji bo biçin mîtînga Amedê, meş û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Me jî xwest ji Wanê bi rê ve bibin, lê destûr nehat dayîn. Ev rewşa destûrnedayînê tê wateya li dijî aştiyê. Çima em ê li Amedê bicivin? Pergala tecrîdê ya ku îro li Îmraliyê kûr dibe li dijî hiqûqê ye. Cihê wê ne di hiqûqa navxweyî û ne jî di hiqûqa navneteweyî de nîne. Ji bo hemû pirsgirêkan bi taybetî jî pirsgirêka Kurd çareser bibe divê tecrîda li ser Birêz Ocalan di zûtirîn demê de were rakirin. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn divê bi Birêz Ocalan re muzakere bê kirin. Daxwaza aştiyê ya gelê Kurd neyê astengkirin. Ger hûn dixwazin aştî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk were, divê hûn dengê aştiyê bînin. Nehiştin îro em daxwazên xwe biqîrin. Ji ber vê yekê eger em daxwazên xwe bilind nekin, em ê çawa van daxwazên xwe bînin ziman û dê çawa pirsgirêk çareser bibin? Em vê helwestê şermezar dikin. Ev sîstem li dijî qanûnê ye."
 
'Ez sond dixwim ku Kurdan serî li ber we netewand'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û got, “Hebûna me ya li vir ji bo pergala faşîst a AKP-MHP’ê jixwe xeter e. Ji ber vê yekê em dibînin ku êrîşên li dijî me çawa pêk tên. Çûyina mitinga azadiyê hat astengkirin. 
 
Ji ber ku we dizanibû ku dê bi sed hezaran kes beşdarî wê qada mîtîngê bibin loma hûn jê tirsiyan. Lê ez sond dixwim ku kurdan serî li ber we netewand. Dostên Kurdan jî serî li ber we natewînin. Birêz Abdullah Ocalan ê ku 43 meh in agahî jê nayê girtin, kesê ku aştiyê dixwaze ye. Hûn hewl didin ku her qada jiyana me îzole bikin. Lê çawa ku sed sal in em li hemberî vê yekê li ber xwe didin, ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Heta aştiyeke bi rûmet li van xakan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. We mîtînga Amedê li me qedexe kir, lê ji bo me her der Amed e. Her der qada berxwedanê ye. Ger aştî were van xakan, wê bi Birêz Ocalan re were. Muxatabê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e. Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Daxwaza aştiyê ya ji dayikan
 
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî barîkat û astengiyên polîsan dan û gotin, “Ne bombeyên me, ne çekên me hene. Çima em hatine astengkirin? Em ê vê qebûl nekin. Tank û topên we hene, hûn êrîşî me dikin. Êdî bes e, em aştiyê dixwazin. Em aştî û jiyanê dixwazin, ne şer û mirinê."
 
Piştî daxuyaniyê gel li parkê çalakiya rûniştinê li dar xist. Dayikên ku di çalakiya rûniştinê de ji bo aştiyê qîriyan, bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ziman.