Bi hezaran kes ber bi 'Azadiyê' ve diherikin

  • 12:53 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED-Ji bo mîtînga bi pêşengiya DEKUP'ê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin" bê lidarxistin, tevî hemû astengiyan ji sê aliyan ve bi hezaran kes tên ber AZC Plazayê. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) wê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin" li Qada Îstasyonê mîtîngeke mezin a "Azadiyê" li dar bixe. Li hemû bajarên Kurdistanê bi taybet li Wan, Riha, Mêrdîn, Stenbol, Edene û Mêrsînê gel ji duh êvarê ve bi rê ketin. Li hemberî astengiyên li ser rê gel li ber xwe da, li hin cihan jî çalakiya rûniştinê pêk anî.
 
Li gel ku beriya mîtîngê hemû kolanên Amedê hatin dorpêçkirin, hemû rêyên ku diçin Qada Îstasyonê ya dê mîtîng lê bê lidarxistin jî hatin girtin. Girseya gel li ber Lîseya Bağlar Bîrlîk, Sur Eskî Hal û Yenîşehîr AZC Plaza ji 3 aliyan ve li dijî qedexeya walîtiyê ya li ser mîtîngê dest bi kombûnê kir. Li dijî dorpêça polîsan bi hezaran kes li kêleka hev kom bûn, girseya gel bê navber dirûşmên "Bijî Berxwedana Zindana", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" berz kirin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, parlamenter, saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes li ber AZC Plazayê kom bûn.
 
Girseya gel a bi pankarta "Jin dimeşin, tecrîdê dişikînin" ber AZC Plazayê pankart ji dest hat giritn. Jinan li hemberî desteserkirina pankartê li ber xwe dan, bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” der barê jinan de rapor hat girtin. 
 
Abgahiyên berfireh tên...