ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Parêzera Fatma Tokmak Eren Keskîn, diyar kir ku rewşa girtiya bi nexweşiya giran Fatmayê her ku diçe girantir dibe û got: “Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde ne û bang li mûxalefetê kir ku di vê mijarê de xwedî helwest be û dengê xwe bilind bike. DÎMEN HEYE 
 
* Jinên ji ber şerê li Lubnanê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser zehmetiyên ku pê rû bi rû dimînin û wiha gotin:" Dema me dît ku rewş aram nebû me berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê belê heya ku em gihiştin warê xwe min hezar û sed dolar da qaçaxcîyê ku em gihandin bajarê Helebê. Ji beriya salekê êrîş li ser me hebû lê ne wisa mîna niha giran bû. Em neçar man dest ji hemû tiştan berdin û vegerin axa xwe, bi cilên li ser xwe em ji devera bi navê Sêda ya Lubnanê derketin." DÎMEN HEYE