Di çalakiya Dayikên Aştiyê de gelek kes hatin binçavkirin

  • 16:21 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Polîsan êrîşî nobeda Dayikên Aştiyê ya li Silopiyayê kirin û Dayikên Aştiyê û rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kirin.
 
Polîsan êrîşî çalakiya nobedê ya Dayikên Aştiyê ya li ber avahiya Rêxistina Bajaroka Tiqebîn a DEM Partiyê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê a bi dirûşma "Niha şer nabe, aştî" hat destpêkirin, kirin.
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û gelek dayik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.