'Divê xwedî li bangê bê derketin'

  • 13:14 23 Adar 2025
  • Rojane
ANTALYA/HATAY - Di Newroza ku li Antalya û Hatayê hat pîrozkirin de bang hat kirin ku "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xurtî were hembêzkirin.
 
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li navçeyên Kepez ên Antalyayê û Îskenderûn ên Hatayê hatin lidarxistin, weke li gelek bajaran di 27'ê Sibatê de bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.
 
Antalya-Kepez
 
Newroz li Qada Bajêr a navçeya Kepez a Antalyayê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroz Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi coşeke mezin hat lidarxistin de ciwan bi awayekî xurt beşdar bûn. Li qadê dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Polîsan nehiştin pantorên bi rengê xakî jî bikevin hundir, ciwan ji deriyê qada Newrozê derneketin û govend gerandin. Piştî hevdîtinên ku parlementeran pêk anîn, ciwan ketin qadê. Li qada ku bi hezaran kes lê kom bûn, ji bo siyasetmedarên Kurd ên dîl hatin girtin jî daxwaza azadiyê bilind bû.
 
Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê
 
Hevserokê bajarê Antalyayê ya DEM Partiyê Selamî Ozyaşar jî diyar kir ku Newroz aştî, berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e û got:"Êdî bes e ji şer, pevçûn, înkarkirina kurdan, zext, zordarî, polîtîkayên binçavkirin û qeyûman re. “Pêvajoyeke nû heye, niha dema aştî, xwişk û biratiyê ye."
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya bajarê Antalyayê Evîn Akdogan ku piştre mafê axaftinê girt wiha got, "Newroz geşbûna agirê azadiyê yê ku ji kûrahiya dîrokê ketiye, nîşan dide."
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya bajarê Antalyayê Evîn Akdogan ku piştre mafê axaftinê girt got, "Newroz geşbûna agirê azadiyê yê ku ji kûrahiya dîrokê ketiye, nîşan dide."
 
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî Newroz li gel pîroz kir. Zeynep Oduncu diyar kir ku ji Qersê silavên xwe anîne Cizîrê û ji Rihayê jî heta Botanê silav kirine û got, “Tevî hemû zextan me têkoşîna aştî û azadiyê mezin kir. Em ê ji Antalyayê dengê azadiyê bilind bikin."
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Saruhan Oluç di destpêka axaftina xwe de Newroza hemû Antalyayê pîroz kir. Saruhan Oluç, diyar kir ku ji Antalyayê silav ji hemû erdnîgariya Kurdistanê re şandine û got:"Di serdemeke wiha de banga birêz Ocalan xwedî girîngiyeke mezin e."
 
Pîrozbahiya Newrozê bi hunermend Mehmet Çelîk û Sûat Sozdar derketin ser dikê berdewam kir.
 
 
Hatay-Iskenderun
 
Coşa Newrozê serê sibê li qadeke vala ya li Kolana Emek a navçeya Yildirimtepe ya navçeya Îskenderûna Hatayê dest pê kir. Welatî bi cil û bergên herêmî beşdarî pîrozbahiya ku li quntara çiyayên Amanos hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya jin û ciwanan pêk hat, ji 7 salî heta 70 salî bi sedan welatî amade bûn. Pîrozbahiya ku dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin, bi awazên hunermendên herêmê bi govendê dest pê kir. Welatî bi deqeyan li dora agirê vêxistin, geriyan
 
Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Mertcan Titiz di pîrozbahiya Newroza gelan de bal kişand ser "Banga Sedsalê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest şert û mercên jiyanê bên başkirin da ku Abdullah Ocalan pêvajoyê bimeşîne. 
 
Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan işaret bi polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser gelê Kurd kir û diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê têbikoşin. Kamûran Tanhan anî ziman ku ev Newroz Newroza azadiya Abdullah Ocalan e.
 
Newroz bi govendê bi dawî bû.