'Piştevaniya pêvajoyê bikin'

  • 12:30 26 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, piştî civîna li gel DEM Partî û DBP’ê di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin.
 
Di 24’ê Adarê de şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêktê serdana Başûrê Kurdistanê kir.
 
Di nava şandeya DEM Partî û DBP’ê de ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin. Herwiha Nûnerên Partiya DEM’ê yên li Silêmaniyê Mûslûm Kaplan û Fevziye Şîran jî li gel şandeyê ne.
 
Şande îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir kir û ji aliyê walîve hate pêşwazîkirin. Piştî civînê, daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
 
Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir di daxuyaniyê de ragihand ku serketina li Bakur, serketina hemû Kurdên li her devera cîhanê ye, ji bo wê erkê hemû Kurdane piştevaniya pêvajoyê bikin. Heval Ebûbekir piştgiriya xwe ya ji bo şandeyê û pêvajoyê dubare kir û got: “Em hêvîdarin ku dewleta Tirk di demek nêz de bersivê bide vê pêvajoyê û êdî wext winda neke.”
 
Piştre Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir di daxuyaniyê de axivî û wiha anî ziman: “Me bi hev re civîneke gelek baş pêk anî. Beriya niha dema ku Birêz Heval Ebûbekir serdana Bakurê Kurdistanê kir, me li ser pêşeroja Kurd û Kurdistanê gelek guftugo kiribû. Bê guman ger ev pêvajo li Bakurê Kurdistanê pêş bikeve dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bike.”
 
Biryare şande li gel aliyên siyasî û kesayetên din ên Silêmaniyê jî kom bibe.
 
Hêjayî gotinê ye Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, serdanên xwe domandin.
 
Di vê çarçoveyê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15’ê Sibatê (2025) de serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava 3 rojan de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû, û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.