
Cezayê hepsê Ceyalan Aslan hat birîn
- 12:36 26 Adar 2025
- Hiqûq
AMED - Li Endama meclîsa şaredariyê ya Erxenî ya berê Ceylan Aslan bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi îdiaya "Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911" 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna biryarê ya doza li endama Melcilsa Şaredariya Erxeniyê ya berê Ceylan Aslan ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peywirê hat giritn ji ber ku derbarê greva birçûbûnê ya ji aliyê Hevseroka Kongeraya Civakên Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin de daxuyanî da, bi îdaya "Emdamtiya rêxistinê" û 7 bi îdaya "Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911" derketiyê hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ceylan Aslan tevli danişînê nebû lê parêzera wê Seda Zengîn li danişînê amade bû.
Ceza hatibû xwestin
Dozgeriyê mutalaya xwe ya di danişîna dawî de pêşkêş kiribû dubare kir û xwest Ceylan Aslan bê cezakirin.
Piştre heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û li Ceylan Aslan bi îdiaya "Endamê rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi îdiaya "Li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a bi hejmara 2911'an" derketiye 6 meh cezayê girtîgehê birî û ceza kêm nekir.