
Şandeya DEM Partî û DBP’ê serdana waliyê Silêmaniyê kir
- 10:39 26 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partî û DBP’ê ku ji 6 kesan pêk tê, li Silêmaniyê bi serdana waliyê Silêmaniyê kir. Di serdanê de behsa pêvajoya nû ya siyasî, rola aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ya di pêvajoyê de hate kirin.
Di 24’ê Adarê de şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêktê serdana Başûrê Kurdistanê kir.
Di nava şandeya DEM Partî û DBP’ê de ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin.
Şande îro serdana waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir kir û ji aliyê walîve hate pêşwazîkirin. Li gorî agahiyan di serdanê behsa pêvajoya çareseriya ya li Tirkiyeyê hatî destpêkirin, rola aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya ji bo aştiyê hate kirin.
Hêjayî gotinê ye Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, serdanên xwe domandin.
Divê çarçoveyê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi rayedarên PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihîne, di 15’ê Sibatê (2025) de serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di nava 3 rojan de bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû, û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.