
Halîde Turkoglu: Bi milyonan kesî daxwaza azadiya Birêz Ocalan kir
- 15:03 26 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu li ser geşedanên di rojevê de axivî û got: "Îradeya jinên ku bi ruhê 8'ê Adarê herikîn qadên Newrozê, li gorî vê bangawaziyê çi pêwîste bê kirin, qîriya. Bi milyonan kes xwestin ku demildest şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên avakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Divê ev daxwaz bêdeng nemîne û ji bo afirandina van şert û mercan demildest gav bên avêtin."
Berdevka Meclisa Jinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Halîde Turkoglu di civîna çapemeniyê ya li avahiya navenda partiyê de axifî.
Axaftina Halîde Turkoglu wiha ye:
"Xebatkarên çapemeniyê yên hêja, jinên delal, em bi xêrhatina we hemûyan dikin ku di civîna xwe ya çapemeniyê de em wek Meclisa Jinan a DEM Partiyê li ser rojeva welat û rojeva jinan biaxivin. Beriya dest bi axaftina xwe bikim, bi rêzdarî û hesreta hêja Sakîne Arat ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo aştiyê ked da, tevî ku bedelên herî giran di têkoşîna aştî û azadiyê de daye, bi bîr tînim. Bi vê minasebetê careke din berxwedana Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê silav dikim. Em di şexsê dayika Berfo û Sakîne de soza xwe ya ji bo bîranîna hemû dayikên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dane dubare dikin.
Hevalên me berdin
Danişîna yekemîn a endama Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ku ji 30'ê Mijdarê ve bi awayekî nehiqûqî tê girtin, duh hat dîtin. Dosyaya rêhevala me Sevtap bi îfadeyên şahidên nepenî hatiye çêkirin. Dadweriya hikûmetê careke din ket dewrê û li ser îftîra û derewan biryara berdewamkirina girtina hevalê me da. Em kesên ku van kiryarên dijhiqûqî dimeşînin, ji biryara wan a berdana kujerên jinên li salonên dadgehê hatin qetilkirin, baş nas dikin. Nayê qebûlkirin ku di nav de Semîha Şahîn, Esengul Demîr, Îlknur Menengiç jî di nav de 30 kesên ku di operasyona li dijî HDK’ê de zêdetirî mehekê ye bi awayekî derhiqûqî tên girtin. Ne HDK û ne jî hevalên me yên hatine girtin nikarin bên sûcdarkirin. HDK yekane saziya demokratîkbûna vê civakê ye ku jin bi hev re têdikoşin. Divê hevalên me demildest bên berdan.
Daxwaza aştiyeke bi rûmet
Yên ku bi zextan hewl didin têkoşîna azadiya jinê, demokrasî, wekhevî û kedê asteng bikin têkoşîna jinê nas nekirine. Em dizanin ku ev rêya ku me ji bo azadî û wekheviyê girtiye ne hêsan e. Em bi kodên zihniyeta serdest a mêr a bi hezaran salan li ber xwe didin û bi ked û bedelên mezin li ber xwe didin, astengiyên ku derketine pêşiya me hatine îro. Îro em li hemberî van astengiyan bi mezinkirina berxwedan û rêxistinbûna xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Em bi vê biryarê têkoşîna xwe ya demokrasî, wekhevî û azadiyê didomînin. Em daxwaza xwe ya aştiya bi rûmet bi vê baweriyê pêk tînin.
Li dora bangê bicîvin
Îradeya jinên ku di 27’ê Sibatê de li dora banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan bûne yek nîşaneya vê yekê ye. Me jinan herî zêde ev bangawazî hembêz kir. Em ê bi pêşengiya jinan rêya Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku li van xakan zimanê hevpar ê aştiyê ava bikin. Me xebatên xwe yên ji bo afirandina ziman û nîqaşa hevpar a aştiyê ya jinan ku mijarên sereke yên siyasetê ne, hem li meclîsê, hem li kolanan û hem jî li her cihê ku em lê bin, li dijî zimanê siyasetê ya ku zilam serdest e, da destpêkirin.
Avakirina siyaseta demokratîk
Em bi jinan ên partiyên siyasî yên ku di Meclîsê de komên wan hene hatin gel hev û gotin cihê ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd lê pêk were qadên siyaseta demokratîk, Meclîs e. Me di her hevdîtinê de armanca xwe ya daxwaza vê hevdîtinê diyar kir. Me li ser vê yekê nêrînên xwe yên li ser vê yekê ku çima divê em zimanê aştiyê li hember siyaseta dubendî biparêzin da ku aşitiyê civakî bikin. Helbet ev civîn ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan xwedî girîngiyeke mezin in. Ev civîn jî bi baweriya me ku tevî nakokiyên xwe em dikarin bi hev re azad û wekhev bijîn hatin kirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk bûyîna jin di siyaseta demokratîk de pêwîstiyek e. Li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan rêyên xurtkirina hevgirtinê ne. Bi banga çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, hêza pêşeng a ku wê vê pirsgirêkê ji zemîna tundî û pevçûnê derxîne zemîna qanûnî, afirandina zimanê hevpar a aştiyê ji aliyê jinan ve ye. Di heman demê de avakirina zimanê hevpar a aştiyê ji aliyê jinan ve jî wê bibe rêber ji bo vekirina demên astengkirinê.
Divê azadiya fîzîkî bê mîsogerkirin
Di Newrozê de daxwaza bi milyonan ew bû ku tavilê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên avakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Belê, em weke partî, weke Meclîsa Jinan, weke jin bi vê berpirsyariyê tevdigerin. Lê belê piştî bangawaziya 27'ê Sibatê nebûna çalakiyan zerarê dide hêviya aştiyê ya gel û jinan. Birêz Ocalan bi banga xwe diyar kir ku di kîjan şert û mercan de dikarin çi bikin. Îradeya jinên ku bi ruhê 8'ê Adarê herikîn qadên Newrozê, li gorî vê bangawaziyê çi pêwîste bê kirin, qîriya. Bi milyonan kes xwestin ku demildest şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên avakirin û azadiya fîzîkî bê misogerkirin. Divê ev daxwaz bêdeng nemîne û ji bo afirandina van şert û mercan demildest gav bên avêtin. Hêviya aşitiya gelan, jin û ciwanan nemîne siya xwe. Aştiya bi rûmet a ku li vî welatî bê avakirin wê bi kêrî her kesî bê, di serî de jin. Ji bo ku ev pêvajo neyê astengkirin, pêwîst e demildest ev gav bên bicihanîn û pêkanînên antîdemokratîk, derqanûnî, darbeyê yên hikûmetê yên li dijî vîna gel bi dawî bibin.
Ji bo demokratîkbûnê çareserkirina pirsgirêka kurd divê
Ger em dixwazin ev welat demokratîk bibe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd esas e. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd divê ev welat bikeve pêvajoya demokratîkbûnê. Lê belê hikûmet li şûna ku guh bide gel, êrîşên xwe li ser gel û vîna gel didomîne.
Em qet ji kar dûrxistina şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Şîşlî û Beylîkduzû, tayînkirina qeyûm li Şaredariya Şîşliyê, girtina qeyûman û hedefgirtina jin û ciwanên ku bertek nîşanî girtinan didin, qebûl nakin. Divê demildest sûcê li dijî mirovahiyê ku li jinên di girtîgehê de lêgerîna tazî tê kirin bi dawî bibe bi dawî bibe. Li hemberî desteserkirina vîna gel em jin îro jî weke duh li wir in. Em ê tu carî rejîma qeyûm qebûl nekin.
Em êrişên zayendperest şermezar dikin
Divê demildest li hemberî kesên ku êrîşî jinên li dijî pêkanînên dij-demokratîk xwedî li vîna xwe derdikevin, pêkanînên hiqûqî bên kirin. Kesên ku ev sûc kirine divê li pêşberî darazê hesab bidin. Lê derket holê ku hikûmet dixwaze tundiyê bidomîne. Şîdeta polêsên ku nimreya wan tune ye jî îspata vê ye. Girtina rojnamegerên ku ev yek belge kirine û ji raya giştî re ragihandine delîla vê ye. Divê kes li bendê nebe ku em li hemberî van sûcan bêdeng bimînin. Em ê di vê wateyê de ne li aliyê zîhniyeta qeyûm li aliyê îradeya gelan, îradeya jin û ciwanan, demokrasî, wekhevî û azadiyê têkoşîna xwe berfireh bikin. Çawa ku em li hemberî van hemû êrîşan li ber xwe didin, em ê li dijî her êrîşa li dijî jinan bisekinin. Em êrîşên zayendîparêz ên li dijî birêz Dîlek Îmamoglû şermezar dikin. Em hestên xwe yên hevgirtinê jê re radigihînin.
Karê îqtîdarê ne astengkirin rêxistinkirina jinê ye
Pratîkeke din a dijdemokratîk jî astengkirina gihandina hin platformên medyaya civakî ye. Di astengkirina hesabên saziyên ku têkoşîna edaletê û têkoşîna jinê dimeşînin tu aliyê hiqûqî nîne. Bi astengkirina hesabên medyaya civakî yên komele, sazî û platformên jinan hûn nikarin rastiyan veşêrin. Binçavkirin û girtina rojnamegerên jin ji bilî astengkirina demokrasî, gel û mafê xwegîhandina rastiyan ne tiştekî din e. Karê îqtîdarê ne astengkirina xebatên rêxistinên jinan e ku bi krîmînalîzekirina hesabên medyaya civakî sûcên li dijî jinan eşkere dikin. Karê vê îqtîdarê pêşîlêgirtina sûcên li dijî jin û zarokan e.
Di meha sibatê de mêrnan 16 jin qetil kirin
Binêrin ev şerma hikûmetê ye. Dema ku tenê di meha Sibatê de li vî welatî 16 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, mirina bi guman a 21 jinan çawa dikare were veşartin? Di 8’ê Adarê de li Stenbolê mamosteyek ji ber ku dersa wekheviya zayendî daye xwendekaran, ji bo demeke nediyar ji peywirê hat dûrxisitn. Ev biryar neqanûnî ye, divê mamoste Cansû demildest ji nû ve bê bê ser peywirê.
Em destûrê nadin çeteyên li dijî jin û zarokan sûc dikin
Heman doza îstîsmarê ya ku 11 sal in berdewam dike û îro li Şirnexê tê dîtin em dişopînin. Em ê rê nedin çeteyên ku sûcê li dijî jin û zarokan dikin bên parastin. Ji bo pêkanîna qanûna 6284’an a bi bandor em ê ji bo jiyan û destkeftiyên xwe têkoşînê bidin.
Em Konferansa Jinên Rojava silav dikin
Em hemû geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Li aliyekî li dijî Rojava, li aliyê din jî li dijî jinên Elewî êrîş pêk tên. Em ê tu carî li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng nemînin. Divê demildest ev êrîş bi dawî bibin. Her êrîşa li dijî Rojava êrîşa li dijî jiyana azad û wekhev a gelan a bi hev re ye. Em ê tu carî dest ji hevgirtina jinên Sûriyeyî, Rojava û jinên Elewî bernedin. Em îro hemû keda jinên li wir li berxwe didin û têkoşînê li kêleka hev mezin dikin silav dikin. Bi vê minasebetê em Konferansa Jinên Kurd a li Rojava pêk hat silav dikin û serketinê dixwazin. Em jin bi berfirehkirina têkoşîna hevpar a jinan û li dora banga aştî û civaka demokratîk bibin yek, em ê bi hev re aştiya bi rûmet ava bikin. Hem di 8’ê Adarê û hem jî di Newrozê de jinan piştgiriya xwe ya ji bo aştiyê li qadan anîn ziman. Ev vîna jinê ye."