
‘Daxwaza me ya aştiyê heye’
- 09:02 26 Nîsan 2025
- Ked/Aborî
Elfazî Toral
STENBOL - Endama meclîsa Kedê ya HDK’ê Sera Yagmur Sonat, da zanîn di 1’ê Gulanê de girîng e ku jin daxwazên xwe li qadan bînin ziman û got hem ji bo jinan hem ji bo civakê daxwaza wan a aştiyê heye.
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), Yekitiya Odeya Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) û Yekitiya Tabîban a Tirk (TTB), biryar girtin ku îsal 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin. Xebatên ji bo 1’ê Gulanê didomin. Jin jî li dijî xizanî û polîtîkayên dijminê kedê xwe amade dikin ku dakevin qadan.
Endama Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sera Yagmur Sonat der barê 1’ê Gulanê de axivî.
Sera Yagmur Sonat da zanîn ku 1’ê Gulanê ji bo wan ne tenê cejn e roja têkoşînê ye û wiha vegot: “Hem jinan hem kedkaran 1’ê Gulanê bi keda xwe bidest xistine. 1’ê Gulanê ji bo me roja têkoşînê ye. Ji bo mafên sendîkal, ji bo mûçeyê wekhev kedkar vê rojê têdikoşin. Em hêza xwe ji 1’ê Gulanên berê digirin û têkoşîna xwe didomînin. Em ê mîrateya 1’ê Gulanê bidomînin.”
Daxwazên jinan
Sera Yagmur Sonat bi lêv kir ku divê hemû kedkar û karker ji mafan wekhev fêdeyê bigirin û wiha domand: “Divê mirov mûçeyên ku dikarin pê bijîn, bigirin. Ev mafê wan e. Îro mûçeyên asgarî di bin sînorê birçîbûnê de ye. Ji ber vê em daxwaza mûçeyê mirovahî ku mirov dikarin pê bijîn dikin. Em mafên sendîkal û rêxistibûnê dixwazin. Li kargeriyan li jinan mobîng û tundî tê kirin. Divê ev bi dawî bibin. Divê jin ji mafên wekhev fêdeyê bigirin. Lê mixabin ev tuneye. Divê destûra welidînê û lênerînê bê dirêjkirin. Jin daxwaza ziman dikin. Em ê jin bi van daxwazan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan."
‘Xwegîhandina perwerdehiya wekhev û adîlane zehmet e’
Sera Yagmur Sonat got xwendekar ji mafê pewerwerdehiyê nikarin fêdeyê bigirin û got: “Xwendekar pirsgirêka starbûnê dijîn. Nikarin xwe bigihînin perwerdehiyê. Xwendekarên lîseyê nikarin biçin dersxaneyan. Xwegîhandina perwerdehiyeke wekhev û adîlane zehmet e. Gelek mamosteyên ku nehaitne tayînkirin hene. Ev rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Divê ciwan ji bo pêşerojê xwe rêxistin bikin.”
‘Girîng e ku daxwaz li qadan bên ziman’
Sera Yagmur Sonat wiha dawî lê anî: “Jin di her qada jiyanê de tên binpêkirin. Bi polîtîkayên zext û êrîşan re tên rû hev. Yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jin in. Ji ber vê jî girîng e ku daxwaz li qadên 1’ê Gulanê bên ziman. Her wiha daxwaza me ya lezgîn a aştiyê heye. Ji ber vê divê em qadên 1’ê Gulanê tije bikin.”