
ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 17 Gulan 2025
- Rojev
* Hatina PKK'ê ya Rojhilata Navîn ne tenê meyla erdnîgarî ye; Ew xala şikestineke stratejîk bû ku li ser bingehê nasname, hebûn û azadiyê ji nû ve hatibû avakirin. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê di çarçoveya fikra şerê gel ê şoreşgerî, rûbirûbûna qirkirina çandî û hesabê paradîgmaya netew-dewletê de dinirxîne. DOSYA
*Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît der barê gavên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine avêtin de axivî û wiha got: “Berpirsyarî niha li ser dewlet û TBMM’ê ye. Tê payîn ku pêvajo di zemîna qanûnî, destûra bingehîn û hiqûqî de bê meşandin."
DÎMEN HEYE
*Hevseroka Giştî ya berê ya Tevgera Azadî Taraha Huseyîn ku tevli kongreya NADA'yê bû, da zanîn ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû cîhanê ye û got berpirsyariya vê bangê li ser milên hemû jinên cîhanê, parêzvanên mafê jinan û kesên têkoşîna jinan dide ye. DÎMEN HEYE
* Nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay diyar kir ku li girtîgehan rejîma îşkenceyê heye û ev şert û merc zemîna nexweşiyan amade dike. Fatma Ozbay got li girtîgehan nirxên mirovahiyê bi awayekî sîstematîk tên tunekirin. DÎMEN HEYE
*Jinan bertek nîşanê biryara xerakirina cezayê muebeta giran yê li kujerê Pinar Gultekîn, gumanbar Cemîl Metîn Avci hatibû birîn, dan û gotin ew biryara dadgeriyê ya ‘sûcê bi hestên cinawirî qetilkirin tuneye’ qebûl nakin.DÎMEN HEYE
*Melek Ozdemîr ku li dijî krîza aborî têkoşîna jiyanê dide, diyar kir ku bi 6 zarokên xwe re pincara ji baxçeyan kom dike difroşin û tevî hemû zehmetiyan li be xwe didin. DÎMEN HEYE